Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan 2022-09-05 11:30:54   ENQERE – Di rapora Enstîtûya Kurd a Washingtonê de hat destnîşankirin ku di êrişên Tirkiyeyê yên ji sala 2015’an heya meha tebaxa îsal, 110 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 168 kes jî birîndar bûn.     Enstîtûyan Kurd a Washîngtonê derbarê kesên di encama êrişên SÎHA û êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistana Federe yên ji sala 2015’an heya tebaxa sala 2022’an sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne de raporek amade kir. Enstîtû tevî rêxsitinên mafan ên wekî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, Tîma Navbeynkarên Fileh, ji ajansên wekî France 24, Ajansa Netewî ya Iraqê, Alalam, Rudaw, Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Roj News, ANHA, Kurdistan24 daneyan kom kirin û di êrişên Tirkiyeyê yên ji sala 2015 heya îsal hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne wek rapor parve kir.    Li gorî raporê di encama êrişên SÎHA û Balefirên Şer ên Tirkiyeyê yên di dîrokên cuda cuda ên li Dihok, Hewlêr, Nîneveh, Silêmanî, Şengal, Kerkûkê 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 186 sivîl jî birîndar bûne.