ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin 2022-09-05 11:58:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya ANF’ê duh bi şev li Zapê helîkoptereke din jî hate xistin. Hejmara helîkopterên ku 3 rojan de hatin xistin derket 3’yan.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di 4’ê îlonê dora saet 23.50’yan de endamên HPG’ê li Qada Berxwedanê ya Amediyeyê helîkopterek xistin. Di nûçeyê de hate diyar kirin ku wê di saetên pêş de têkildarî mijarê daxuyaniyek bê dayîn. ANF’ê parve kiribû ku di 2 û 3’yê îlonê de 2 helîkopterên Skorsky hatibûn xistin. Bi vî rengî hejmara helîkopterên di nava 3 rojên dawî de hatin xistin derket 3’yan.    DAXUYANIYA WEZARETÊ    Têkildarî mijarê Wezareta Parastina Tirk îro daxuyanî da. Wezaretê îdia kir ku li herêma “Tevgera Pençe-Kîlîtê” helîkoptereke wan a Skorsky ji ber “pirsgirêkên teknîkî” ketiye. Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di 4’ê îlona 2022’an de saet li dora 23.45’an helîkoptereke bi tîpa Skorsky ji ber sedemên teknîkî neçar ma li herêma Tevgera Pençe-Kîlît bi dijwarî dakeve û qeza kir. Ji 8 personelên di helîkopterê de 7 jê hatin rizgarkirin. Rewşa wan a tenduristiyê baş e. Ji bo personelekî me jî li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.”