Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê 2022-09-05 16:51:38   AMED - Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ku piştî aciz bû rakirin nexweşxaneyê û 4 roj in li beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê dihat dermankirin, ji nexweşxaneyê bi kursiya bi teker bi awayê destên wî kelemçekirî derxistin û dîsa birin girtîgehê.   Mehmet Emîn Ozkan ku di nav 38 girtiyên nexweş ên divê bên berdan de ye û di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tê ragirtin, li ser di 2’ye îlonê de aciz bûbû rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê, dû rojan di beşa lênêrîna awarte de mabû û di servîsa normal de dihat dermankirin. Ozkan ê rîtma dilê wî heta 40’î ketibû, ji nexweşxaneyê hate derxistin û bi awayekî kelemçekirî dîsa birin girtîgehê.    RÎTMA DILÊ WÎ KETE 40’Î   Malbata ku îro bi bijîşkan re hevdîtin kir, hîn bû ku Ozkan ji ber nexweşiya dil rakirine nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên malbatê bi dest xistin rîtma dil a di şertên normal de di navbera 60 û 100’î heta 40’î ketiye. Tevî vê yekê jî Ozkan dîsa birin girtîgehê.    BI AWAYÊ DESTÊN WÎ KELEMÇEKIRÎ BIRIN GIRTÎGEHÊ   Keça Ozkan, Selma Ozkan a ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivî, diyar kir ku dema bavê wê ji nexweşxaneyê derxistin ji dûr ve dîtin. Ozkan, bi lêv kir ku hatin astengkirin ku nêzî bavê xwe bibin û got: “Mîna ku dê bireve derdora wî girtî bûn. Ji bo ku em neçim cem wî 5-6 kesan bergirî girtî bûn. Di kursiya bi teker de bû û destên wî bi kelemçekirî bûn. Weke robotekê bû. Bê bertek bû. Li tu deran nedinêrî. Şûna ku bi ambûlansê bibin bi dolmîşa girtîgehê birin. Îro birin lê dê sibê dîsa bînin. Dibe ku êvarî jî bînin. Ji ber ku rewşa wî nebaş e. Bi wî halê wî ew kelemçekirin. Heqê wî ambûlans û sedye bûn. Bijîşk got divê ‘pîl bêxin dilê wî’ lê nexistinê. Mirovekî vê yekê li mirovekî di wî halî de nake. Dixwazin bimire. Dixwazin em cenazeyê wî bigirin.”   ‘BIRIN MIRINÊ WÊ BIBIN KUJERÊN WÎ’   Ozkan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêwijdaniyê dikin. Wî dibin mirinê. Dê bibin kujerên wî. Em qet vê zilmê qebûl nakin. Bila li cem wan nemire. 83 salî ye û zilmê li wî dikin. Em dixwazin bê berdan û em li ber serê wî bin.”