Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin 2022-09-05 17:06:36   MÊRDÎN - Hate hînbûn ku polîsê ku li navçeya Mîdyadê ciwanê bi navê Adem Kara kuştibû hatiye girtin.     Polîsan di 1’ê Îlonê de li bazara heywanan a taxa Işiklar a navçeya Midyada Mêrdînê bi hinceta ku “reviyaye” gule li ciwanê bi navê Adem Kara (21) barandibûn û birîndar kiribûn. Kara yê rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Hate hînbûn ku piştî bûyerê polîsê aqubeta wî nediyar hatiye girtin. Hate diyar kirin ku polîsê hatiye girtin, şandine Girtîgeha Mîdyadê.    Hate hînbûn ku lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Midyadê ve hatiye vekirin bi îdiaya “Kuştina mirovan a bizanebûn” tê meşandin. Piştî bûyerê hat diyarkirin ku lêkolîna cihê bûyerê ji aliyê cendirmeyan ve hatiye kirin û qeydên kamerayan ên li derdorê hatine komkirin.