Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî 2022-09-06 09:08:19   AMED - Rojnamevanên girtî ragihandin ku rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û BîrGun ên derbarê wan de tu biryarên qedexeyê nînin, bi hinceta “qedexe” ne nadin wan.    Yek ji 16 rojnamevanên di 16 Hezîranê de li Amedê hatin girtin Zeynel Abîdîn Bûlût ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê tê ragirtin, ragihand ku rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û BîrGun nadin wan. Bûlût, bi lêv kir ku ji bilî radyoyeke bisînor derfetên tu qenalên televîzyon û weşanên muxalîf ku bişopînin nîne.    EV ROJNAME QEDEXE NE!   Bûlût, diyar kir ku ji bo meha îlonê xwestin bibin aboneyên rojnameyên Yenî Yaşam, BîrGun û Evrenselê lê ev daxwaza wan bi awayekî keyfî hatiye redkirin. Bûlût, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi awayekî devkî jê re gotiye “Ev rojname qedexe ne” û wî jî bi van gotinan bersiva wan daye: “Min rêgez bi bîra wan xist û jê re got ‘ji bilî weşanên qedexe û yên biryara berhevkirina wan heyî hemû weşan tên dayîn.”   Bûlût, diyar kir ku derbarê nedana rojnameyan de bi daxwaznameyekê serî li rêveberiya girtîgehê daye lê belê tevî ku dem bi ser re derbas bûye jî bersiv ji daxwaznameyê re nehatiye dayîn.