Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin 2022-09-06 11:46:14   MÊRDÎN - Li herêma Omeriya ya navçeya Nisêbînê ku duh bi balafirên şer hate bombekirin, di navbera leşkeran û endamên HPG’ê re şer û pevçûnên dijwar diqewimin.    Hate hînbûn ku li gundên Çalê û Bezekê yên navçeya Nisêbîna Mêrdînê şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Hate diyarkirin ku çoltara gundên ku li herêma Omeriyayê ne duh bi balafirên şer hatiye bomberankirin, di navbera leşker û endamên HPG’ê de heta nîva şevê şer û pevçûn qewimîne. Di saetên serê sibê de jî dîsa ji herêmê dengên çekan hat.    Şêniyên gundan ragihandin ku li çoltara gundên Bizgûr û Tinatê yên li heman herêmê jî şer derketiye.