Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir? 2022-09-06 12:07:54   MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê ji bo Adem Kara ê polîsan kuştibû daxuyaniya “Lingê polîs li kevirê peyarêyê ket û gule ji demanceyê derçûye” kir. Kesên bûbûn şahidê bûyerê vê yekê derewandin û hat destnîşankirin ku qeydên kamerayê jî hene.    Hat îdiakirin ku li Mêrdînê ciwanê bi navê Adem Kara (21), di 1’ê îlonê de dema ji polîsan direviya ji pişt ve gule berdanê. Kara ji patika xwe birîndar bû û di nexweşxaneya ku biribûnê jiyana xwe ji dest dabû. Walîtiya Mêrdînê piştî 3 rojan bi vê daxuyaniya xwe bûyerê parastibû: “Li gel ku şexs bazdana xwe domandiye personelê me dest bi teqîbê kiriye. Di wê kêliyê de lingê personelê me li kevirê peyarêyê ketiye û Adem Kara birîndar bûye. Kara rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û li gel hemû mudaxileyan nehatiye rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye.”   ŞAHIDÊN BÛYERÊ VEGOTIN   Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê ne rast e. Şahidê ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe diyar nekir, anî ziman ku cihê ku bûyer lê qewimiye bazar hatibû danîn, qelebalix bû û got: “Pêşî me dît polîsan dabû pey 2-3 kesan û 2-3 gule berdan hewayê. Dema ku ciwan bazdidan yekî xwe xelas kir, reviya û yê din girtin. Pişt re me dît ku ew Adem e. Digotin ku 2 kes li aliyê hember tiryakê dikêşin û polîsan piştî ku wan girt birin ber erebeya polîsan. Lê pişt re ev ciwan (Adem Kara) ji destê wan filîtî û reviya. Dîsa dest bi bazdanê kirin. Pişt re dîsa dengê çekê hat û me dît li cîwanî xistine, ambûlans hat û wî birin.” Şahidê bûyerê ji bo daxuyaniya Walîtiyê ev nirxandin kir: “Çîrok e, min tiştek wisa nedît, lingê wî li kevir ketiye, ketiye xwarê, tiştekî wisa nîn e.”   Şahidekî bûyerê yê din jî derbarê bûyerê de wiha axivî: “Ji taxa Suryanan 2 ciwanan baz didan. Piştî wan 2 polîs hebûn 3 caran gule berdan hewayê. Yek ji wan reviya lê yê din li gor texmîna min westiya û hate girtin. Pişt re tîmeke polîsên din jî ji bo mudaxileyê ber bi aliyê BÎM’ê ve çûn. Em jî li ber derî rûniştibûn. Di navberê de 5 deqe derbas bû, min dît yeke din jî baz dida. An ku heman ciwan bû. Ji destê polisan direviya, ez wê nizanim, li pêşiya min dolmîş hebû.  Bi dengê teqîna guleyê ez beziyam. Me dît ku ew ciwanê miriye Adem e, li erdê ye, gule ji aliyê piştê yê rastê lê ketiye û aliyê pêş ve derketiye. Gelek xwîn jê çûbû.” Şahidê bûyerê anî ziman ku dema wî Kara li erdê dîtiye bi polîsan re ketiye nîqaşan û wiha gotiye wan: “We çima gule berneda lingê wî, we çima kir?” Piştî vê gotina şahidê bûyerê polîsan bi gotina ‘Tu gel sor dikî’ ji cihê bûyerê xwestine dûr bixin. Li gel vê yekê şahidê bûyerê wiha gotiye: “Her tişt berçav e, we zarok înfaz kir.” Pişt re ambûlans hat û zarok birin. Şahidê bûyerê anî ziman ku dema bûyer qewimî di navbera wî û polîsan de dolmîş hebû û baş neditiyê bê ka polîsan ji ber çi gule berdane ciwan û got: “Bazdida, pişt re ji ber dolmîşê dîmen çû. Ji xwe dema ku dengê demanceyê hat em ber bi wê derê ve beziyan.”    QEYDA KAMERAYA MOBESEYÊ   Li aliyê din di cihê bûyer lê qewimî de 4 kamerayên ewlehiyê yên dikanan û kameraya MOBESE ya ku bi 360 derece li derdorê dinêre û qeyd digire hene. Hat gotin ku qamereyek ji ber ku li pêşiya wê dar hebû, qamerayek ji ber ku sîwana zebaşfiroş dikeve pêşiyê, qemerayek jî tenê pêşiya dikanê dikêşe bûyer qeyd nekirine. Hat destnîşankirin ku 3 qemera jî bûyer aşkera nedîtiye û dîsa jî cendirmeyan dest daniye ser qeydên qamerayan. Hat destnîşan kirin ku kameraya Mobeseyê her tiştî qeyd kiriye û tu agahiya dîmenên MOBESE’yê ketine dosyayê yan neketiye nehat zanîn.    MA / Ahmet Kanbal