Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike 2022-09-06 12:15:04   AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Amedê dane destpêkirin didome. Di çalakiya îro de xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler axivî û got: "Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne, bila îstîfa bike."    Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ji bo bên berdan li Amedê dane destpêkirin, di roja 294'an de li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam kir. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya 78'an û endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê piştgirî dan çalakiya malbatan.    'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'    Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler Încî Guler axivî. Guler, bi lêv kir ku her roj bê edaletî zedê dibin û nezî 50 girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Guler, destnîşan kir ku Wezîre Edaletê berpirsyariya xwe bi cih naîne û wiha got: "Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne, bila îstîfa bike. Îro dema kurd li dijî bê edaletiyê serê xwe radikin, dixin girtîgehan. Em dengê xwe derdixin deriyê girtîgehê nîşanî me didin. Heke em ew qas malbat di lêgerîna edaletê de ne ew şerma Wezîre Edaletê ye. Divê şerm bikin. Em wek malbatên girtiyan daxwaza xwe dubare dikin û dibêjin bila girtiyên nexweş demildest bên berdan."    Çalakiya malbatan bi dirûşmeyên “Heq hiqûq edelat” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.