Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 2022-09-06 12:35:50   RIHA - Di qezaya trafîkê ku di kîlometreya 5’emîn a rêya bejahî ya Riha û Mêrdînê çêbû de Ahmet û Şukran Erten jiyana jiyana xwe ji dest dan.    Di qezaya trafîkê ku di kîlometreya 5’emîn a rêya bejahî ya Riha û Mêrdînê çêbû de hevjînên hev Ahmet (60) û Şukran Erten (61) jiyana jiyana xwe ji dest dan. Di qezaya ku di encama wesayîta ku Ahmet Erten diajot de li otobusa gel a ku rêwî li rawestgehê peya dikirin xist, Ahmet û Şukran Erten ji wesayîta ku tê de asê mabûn bi awayekî giranî birîndar bûn jê hatin derxistin. Hevjînên hev ên bi ambûlansa hate cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Zanîngeha Harranê, tevî mudaxileya bijîşkan jî jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên Ahmet û Şukran Erten rakirin morga nexweşxaneyê. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.    Hate hînbûn ku Ahmet û Şukran Erten ji bo mûayeneya çav da biçin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Zanîngeha Harranê.