’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’ 2022-09-06 13:20:36   WAN - Malbatên girtiyan destnîşan kirin ku sepanên li ser girtîgehan tên pêkanîn, polîtîkayên dewletê yên bizanebûn in û got: “Dewlet ji bo ku tahdeyê li malbatan bike çi ji destê wê tê dike. Di demên dawî de girtî bi destê dewletê tên qetilkirin.”    Li gelek girtîgehan li dijî zext û binpêkirina mafan grevên birçîbûnê didomin û rayedar, van binpêkirinên mafan bi bêdengiyê erê dikin. Herî zêde mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Li gor agahiyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) herî kêm 651 ên giran, bi giştî hezar 517 girtiyên nexweş hene. Mafên girtiyan ê tedawiyê tê xespkirin û girtî terkî mirinê tên kirin. Malbatan derbarê sepanên girtîgehan axivîn û daxwazên xwe yên edaletê careke din dubare kirin.    Xwîşka girtî Metîn Dûman, Cazîye Dûman anî ziman ku birayê wê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Wanê 7 meh in tê ragirtin û got ku li gel gelek binpêkirina mafên girtiyan, malbatên ku diçin serdana wan jî di serî de lêgerîn, bi gelek muameleyên xirab re rûbirû dimînin. Dûman, bi bîr xist ku di demên dawî de li ser hev gelek cenaze ji girtîgehan derketin û wiha axivî: “Zêdebûna binpêkirina mafan ên di girtîgehan nîşan didin bê ka desthilat di mijara mafên mirovan û demokrasiyê de çiqas lewaz bûye. Girtiyên ku di demên dawî de jiyana xwe ji dest didin esasen bi destê dewletê hatine qetilkirin. Em dizanin ku qetilkirina gelek girtiyan piştî îşkenceyê pêk tê.”   ‘EM BI FINDÊ EDALETÊ DIGERIN’   Ozlem Alkan ku keça Îbrahîm Alkan ê di Girtîgeha Tîpa T ya Ewlehiya Bilind a Wanê de tevî nexweşiyên xwe yên kronîk 5 sal e tê ragirtin, anî ziman ku nexweşinên bavê wê yên giran hene û ev tişt gotin: “Rewşa girtîgeha di holê de ye. Nexweşînên bavê min ên şekir, tansiyon û kolesterolê hene. Ji ber van divê birêkûpêk dermanan bistîne. Bavê min 3 meh beriya niha anjiyo bû û divê mehek şûnda biçûya kontrolê lê rêveberiya girtîgehê hê jî wî nebiriye kontrolê. Hemû serlêdanên me yên ji bo ku bavê min bibin nexweşxaneyê jî bêbersiv man.”   Alkan, anî ziman li welat edaletê rakirine refê û got: “Mixabin em li welat edaletê bi findê digerin. Ma eger edalet hebûya dê wisa muamele li girtiyan bikirana. Nayê qebûlkirin ku kesên çanda xwe diparêzin di nav çar dîwaran de bên girtin. Em bangî kesên ku welat birêvedibin dikin; Em dixwazin li welatekî biedalet bijîn.”   5 SAL E KURÊ XWE NABÎNE   Emîne Demîragaç ku dayika Malîk Demîragaç ê di Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2’yan a Bandirmayê de tê ragirtin anî ziman ku kurê wê li Midûriyeta Polîsan a Wanê, bi rojan di îşkenceyê de maye. Dayik anî ziman kurê wê 5 sal berî niha ji Girtîgeha Tîpa T ya Ewlehiya Bilind a Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2’ya a Bandirmayê kirine û got ku bi zanebûn sewqî girtîgehên dûr dikin. Demîragaç anî ziman ku ji ber dûrahiyê ew 5 sal e neçûya serdana kurê xwe û got: “Dewlet ji bo ku tahdeyê li malbatan bike çi ji destê wê tê dike. Ji bo ku em zarokên xwe nebînîn wan sirgûnî cihên dûr dikin. Ev sepaneke dijmirovahiyê ye. Ne tenê em hezaran malbat wekî me tên mexdûrkirin. Divê binpêkirinên mafan ên di girtîgan de demildest bên dawîkirin.”