Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî 2022-09-06 14:04:14   COLEMÊRG - Jinên endamên HDP’a Colemêrgê, bertek nişanê girtina parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel dan û gotin: “Gelê kurd ji 7 salî heta 70 salî li dijî faşîzma desthilatdaran serî ne tewandiye û natewîne jî.”   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê piştî hedef hatibû nîşandan hatibû rakirin û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê wê de lêpirsîn dabû destpêkirin di 2’yê Îlonê de li Stenbolê hatibû binçavkirin. Guzel a ku birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê dema ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê rastî mûameleya nebaş û tundiya polîsan hat. Guzel ku pişt re anîn Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê û bi îdiaya “endamtiyê rêxistinê” bi SEGBÎS’ê îfade da Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Enqereyê bi heman îdiayê hate girtin. Li dijî girtina parlementer Gûzel gelek partî, sazî û rexistinên civakî bertekên xwe bi çalakiyan nîşandan.   Jinên endamên HDP’a Colemêrgê jî bertek nîşandan û têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn. Endama Meclisa HDP’ê Leyla Atsak got ku çîqasî parlamenterî ya Semra Gûzel hatibe xistin jî Gûzel, di dilê gelê kurd yên bi rumet de hertim wek parlemanterekê ye û vîna wî gelî ye. Atsak, diyar kir ku Guzel piştî ji aliyê medyaya pergalê ve hedef hate nîşandan, hate girtin û got: “Dema Guzel hat binçavkirin ji aliyê polîsan ve rastî tundî û muameleya xirab hat. Ev tiştên anîne serê parlementera me nayên qebûl kirin. Em van pêkanînan şermezar dikin.”   VÎNA GELÊ KURD SERÎ NATEWÎNE   Atsak, bi lêv kir ku ev kesên dixwazin serê Guzel bi tewînin bila li rojên derbas buyî binêrin, gelê kurd tu caran serî netewandiye û axaftina xwe wiha domand: “Desthilatdaran ji salên 94’an bi Orhan Dogan’an heya 2016’an Îdrîs Balukenan nekariye serê gelê kurd bitewîne. Dîroka têkoşina gelê kurd û jinên kurd ji berê heya niha, ev pêkanînên wiha qirêj qebûl nekiriye û nake jî.”   ‘PIŞTEVANÎ Û PIŞTGIRÎ YA ME JI BO HEVAL SEMRA BIDOME’   Atsak, diyar kir ku weke jin dê li dijî van pêkanînan berxwedana xwe li her qade bidin meşandin û got: “Em ê heya dawîyê li pişt parlementera xwe bisekinin. Roja Guzelê dest bi parlementeriyê kir û heya roja hatiye girtinê li her qad têkoşina azad bûyîna jinan domand. Pergalê xwest ku siyaseta demokratîk asteng bike. Li dijî vê pêkanînê jî wek jin, em ê siyaseta demokratîk bimeşînin, çi hewce bike em ê bikin û em ê piştevanî û piştgiriya ji bo heval Semra bidomînin”   ‘DIVÊ PARLAMENTERA ME DEMILDEST BÊ BERDAN’    Endamê Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê Sînem Duran jî got ku neheqiyek li parlamentera wan hatiye kirin û anî ziman ku Guzel, ji aliyê milyonan kesan ve hatiye hilbijartin. Dûran, diyar kir ku tundî û îşkenceya li Guzel hatiye kirin şermezar dikin û got: “Dema parlamenter Gûzel dibin edliyeyê, dixwazin serê wê bitewînin lê Guzel sekneke baş nîşan dide û serê xwe natewîne.  Gelê kurd ji 7 salî heya 70 salî ji berê heya niha li dijî faşîzmê serê xwe netewandî ye ku îro bitewîne.  Daxwaza me jî ew e ku bêhiquqiya li parlamentera me hatiye kirin demildest bi dawî bibe û were berdan. Bê edaletiya li Tirkiyeyê jî ji holê rabe.”