Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn 2022-09-06 20:30:07   MÊRDÎN – Hat hînbûn ku di şerê li herêma Omeriya de 4 eskerên tevgera taybet û cerdevanek birîndar bûne.    Duh herêma Omeriya ya Mêrdînê bi balafirên şer hatibû bombekirin û piştî bombeberanê şer qewimîbû.    Îro jî danê sibehê li bejahiya gundên girêdayî Nisêbîn û Midyadê şerekî dijwar qewimî û gelek helîkopter sewqî herêmê hatin kirin. Hat hînbûn ku di şer de heya niha 4 eskerên tevgera taybet û cerdevanek birîndar bûne. Hat diyarkirin ku birîndar bi helîkopteran sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê hatine kirin.   Her wiha hat diyarkirin ku ji eskerên birîndar rewşa yekî giran e. Hat ragihandin ku şerê li herêmê didome.