Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû 2022-09-07 12:09:49   MÊRDÎN - Li ber noxteya kontrole ya li navçeya Artûklûyê maşîneya zirxî ya leşkeri li wesayîtekê da. Jina ku di wesayîtê de asê ma bi giranî birîndar bû.    Li ber noxteya kontrolê ya li Taxa Îstasyonê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê, maşîneyeke zirxî ya leşkerî li wesayîta bi pîleqeya 47 KY 384 da. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin dema wesayîtê xwest ji aliyê çepê ve derbas bibe, di encama lêdana wesayîta leşkerî de teqle avêt û berovajî bû. Di encama qezayê de jina bi navê Nûray Ozdemîr di wesayîtê de asê ma. Bi mudaxileya kesên li derdorê jin ji wesayîtê hate derxistin û tîmên tenduristiyê ku çûn cihê bûyerê Ozdemîr rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Hate diyarkirin ku rewşa jina bi giranî birîndar bûye bixeter e.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.