Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin 2022-09-07 12:29:35   ŞIRNEX - Cenazeyê ajokarê kamyona ku li kana komirê ya li herêma Çiyayê Cûdî yê Şirnexê qulipî gola avê, Yûsûf Hazar hate dîtin.    Li herêma kanên komirê yên li quntarên Çiyayê Cûdî yê Şirnexê, duh kamyonek qulipî gola avê û ajokarê 21 salî Yûsûf Hazar jî di golê de winda bû. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên piştî şevê navber dabûnê di saetên serê sibê de dîsa destpêkirin. Di encama xebatan de cenazeyê Hazar hate dîtin. Cenazeyê Hazar ji bo otopsiye birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.