Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat 2022-09-07 13:35:12   RIHA - Lepirsîna komkujiya nexweşxaneyê ya malbata Şenyaşar 4 salan zêdetir e bi awayekî “nepen” tê birêvebirin. Cara 10’an e ku dozgerê li dosyaya lêpirsînê dinêre tê guhertin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de daye destpêkirin di roja 548’an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe didomîne. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibê de hate ber avahiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kir. Komkujiya li malbata Şenyaşar hatibû kirin weke “kargeh û nexweşxane” kiribûn du dosyayên dozên cuda. Doza têkildarî êrişa li kargeha malbata Şenyaşar pêk hatî de di 2’yê Nîsana 2021’an de biryar hatibû dayîn. Li Fadil Şenyaşar ê bav, bira û kekê xwe di bûyerê de winda kir 37 sal û 9 meh cezayê hefsê hatibû birîn. Fadil Şenyaşar 4 salan zêdetir e li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û cezayê li wî hatiye birîn li Îstînafê ye.    DOZGERÊ DOSYAYA LÊPIRSÎNÊ DÎSA HATE GUHERTIN   Lingê dadgeha herêmî yê doza têkildarî dadgehê temam bû lê dosyaya lêpirsînê ya têkildarî komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 4 salan zêdetire bi “biryara nepen” tê parastin. Ferît Şenyaşar duh xwest têkildarî geşedanên di dosyayê de agahiyê bigire. Yek ji parêzerên dosyayê Bulent Dûran Şenyaşar agahdar kir û got ku cara 10’an e dozgerê dosyayê tê guhertin. Bi vî awayî di dosyeya lêpirsînê de 4 sal in 10 car in ku dozgerên dosyayê tên guhertin.    ‘EDLIYEYA RIHAYÊ DERBASÎ DÎROKÊ DIBE’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etîket kir û ev peyam parve kir: “Edliyeya Rihayê derbasî dîrokê dibe. Li saziya dewletê li pêş kamerayan sûcê mirovahiyê hate kirin. Dozgerê 9’emîn ê li dosyaya dozê dinêrî çû. Dozgerê 10’emîn hat. Biryara nepen a li ser dozê berdewam dike.”