“Dewleta herî hov jî vê zilmê nake” 2022-09-07 13:55:33   AMED - Malbatên girtiyan ên nobeda xwe ya edaletê bê navber didomînin, wiha gotin: “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye taloqkirin li Amedê daye destpêkirin di roja 295'emîn de li ber deriyê Saziya Tiba Edlî (ATK) a Amedê berdewam kir. Malbatan di nobetê de dîsa bang li Wezareta Dadê kirin. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78'an û endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê piştgirî dan çalakiya malbatan.    Di çalakiyê de xwîşka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler axivî. Încî Guler da zanîn ku tû kes deng nade çalakiya wan û wiha got: “Serokkomar, Wezîrê Edaletê û partiyên siyasî gûh nadin nobeta me. Girtiyên me yên ku temenê wan di girtîgehan de derbas bûne rastî şert û mercên pir xirab tên. Neviyên xwe nas nakin. Gelek girtî, mirovên xwe jî nasnakin. Jinekî 83 salî çawa ji bo dewletê dibe tahlûke? Dewletên herî hov jî vê zilmê nakin. Ji ber ku em kurd in ev zilm li me tê kirin. Em ê heta dilopa dawî ya temenê xwe têbikoşin.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.