Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan 2022-09-07 17:37:14   STENBOL - Endamê Meclisa HDP'ê Livan Orman û endamên Meclisa Ciwanan ên HDP'ê bi biryara guncav dîtinê hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîneka Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya derbarê endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û hin reveberên navçeyan de hatibû destpêkirin, polîsan di 29’ê tebaxê de li ser gelek malan de girtin. Di operasyona ku deriyê malan hatibû şikandin de endamê Meclisa HDP’ê Lîvan Orman, Hevserokê HDP’ê yê Beşîktaşê Orhan Ozoner, endamên Meclisa Ciwanan Arjîn Emektar, Ahmet Beyazit, Roj Medrîn Bor, Adem Ayata, Mehmet Salîh Dîkmen û Îsmaîl Toptamûr hatibûn binçavkirin. Li Mûgla û Wanê jî 4 kes di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin.   Piştî karûbarên îfadeyê 8 kes bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê kirin. 4 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin jî bi riya SEBGÎS’ê ji cihên ku lê hatibûn girtin îfade dabûn dozgeriyê. Piştî karûbarê îfadeyê dadgeh bi heman îdiayê derbarê Ahmet Beyazit, Îsmaîl Toptamûr, Lîvan Orman, Mehmet Salîh Karatay û Mehmet Salîh Dîkmen de biryara girtinê dabû û ew şandibûn girtîgehê.     BIRYARA BERDANÊ   Îdianemeya 5 kesên ku bi “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat qebûlkirin. Bi qebûlkirina îdianameyê dadgeh 5 kesên ku hatibûn girtin bi guncav dîtinê berdan. Dadgeh ji bo biryarê rewşa delîlan û dema binçavkirinê wek sedem nîşan da.