ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-08 09:00:01     * Malbatên xwendekaran ji ber bihabûnê nikarin ji bin barê amûrên qirtasiyeyê yên dibistanan rabin. Hem malbatan hem jî qirtasiyefiroş bertek nîşanî vê bihabûnê dan.   * Gundên Tonekrak, Pirejman, Berig û Tirmalê yên navçeya Pîranê ji sala 2015'an ve dorpêçkirî ne. Şêniyên gundan xwestin dawî li vê dorpêçkirinê bê.    * Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, du îhaleyên bi buhayê 49 milyonan da fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê. Qeyûm, her du îhale di çarçoveya xala "îhaleyên demildest divê bên çêkirin" a di mewzûatê de çêkirin.   * Nûrettîn Îldiz, bavê Alî Haydar Îldiz ku 5 meh in li Girtîgeha Bodrûmê ya Tîpa S'yê di hucreyê de tê girtin, diyar kir ku kurê wî nikare sûdê ji tu mafan bigire.    * Serokê Komeleya Saetek Ji Bo Dara Hênê Anil Korkût bal kişand ser bandorên neyînî yên 4 kanên xîzê yên li qeraxa Çemê Mûradê yê li navçeya Dara Hênê û xwest ev kan bên girtin.   * Parêzer Adîle Salman a endama OHD'ê diyar kir ku bijîşkên ATK'ê girtiyan wekî nexweşan nahesibînin û raporên ku bi fermanan tên esas digirin û got: "Piştgirî û berteka civakî dikare bêhiqûqîtiyê çareser bike."    * Welatiyên Amedê îşkenceya li Parlemnetera HDP'ê ya Amedê Semra Guzelê hat kirin û girtina wê şermezar kirin û gotin: "Em li cem Semra Guzelê ne."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 549’emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê rojnamevan Sadik Topaloglû û Sadiye Eser de hatiye vekirin wê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Çalakiya ku Songul Îlker ji bo mafê tedawiyê yê kurê xwe girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin daye destpêkirin wê li pêş girtîgehê berdewam bike. (09.00-16.00)   * Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00)   * Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, wê bi civîna heftane ku dê li Navenda Giştî ya partiya xwe li dar bixe rojevê binirxîne. (11.00) ZINDΠ   * Çalakiya ku malbatan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin berdewam dike. (11.00-16.00)   * TJA, HDP û DBP têkildarî talana xwezayê dê li hemberî Îskeleya Karşiyaka ya Îzmîrê daxuyaniyê bide. (18.00)