Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin 2022-09-08 09:55:35   AMED - Carek din îtîraza ji bo girtina 16 rojnamevanên kurd ku hatibû kirin, hat redkirin.    Li Amedê 16 rojnamevanên kurd piştî ku 8 rojan di binçavan de mabûn, di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin. Parêzerê rojnamevanan Resûl Temur ji bo rojnamevan bên berdan carek din serî li dadgehê dabû û îtîraz hatibû kirin. Dadgehê carek din îtîraza ji bo girtinê red kir. Ev sê meh in rojnamevan girtî ne û cara duyemîn jî îtîraza ku hatibû kirin, hat redkirin.    Parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr li Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1’emîn a Amedê îtîraz kiribû û diyar kir ku îtîraza ew dike nayê lêkolînkirin û bi îfadeyên matbu biryara redkirinê tê dayîn. Temûr anî ziman ku girtina miwekîlên wî rê li ber binpêkirina mafan vedike û li şûna ku miwekîlên wî girtî bin dikarin bi şertê kontrola edlî bên berdan. Temûr got her çiqas wî xwestiye miwekîlên wî bên berdan jî lê Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1’emîn a Amedê diyar kiriye ku dê tedbîra kontrola edlî kêm bimîne û biryara dewama girtina rojnamevanan daye.