Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma 2022-09-08 11:24:46   MÊRSÎN - Hevjînê girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir ku li nexweşxaneyê hate binçavkirin girtin, Hamza Çakir, diyar kir ku tedawiya hevjîna wî di nivî de maye û wiha got: “Divê em ji bo girtiyan têbikoşin.”   Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin û girtiyên nexweş nayên dermankirin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Yek ji wan girtiyên nexweş Semîran Erbaga Çakir e (32). Nexweşiyên Çakir ên weke tansiyon, mîde, pirsgirêkên demaran hene.    Çakir, a di 31’ê tîrmeha 2018’an de li navçeya Erdîşa Wanê li mala xwe hate binçavkirin, piştî 4 rojan di bin çavan de ma ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulh ve bi 20 kesan re hate girtin. Di doza derbarê Çakir de bi îdiaya “Xerakirina yekitiya dewletê” hatiye vekirin de, dadgeha herêmî cezayê muebbedê yê hefsê birî. Dadgeha Bilind, biryara dadgeha herêmî xera kir. Çakir a ji nû ve hate darizandin vê carê ji aliyê dadgehê ve ji “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn û di tebaxa 2021’an de bi şertê kontrola edlî hate berdan. Piştî ku biryara dadgeha herêmî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin Çakir di 4’ê tebaxê de dema li Edeneyê li nexweşxaneyê dihate dermankirin hate binçavkirin û sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê Çakir girt û şand Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê.    Hevjînê Çakir, Hamza Çakir, bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya hevjîna xwe û da zanîn ku gelek zehmet e ku girtiyên nexweş di girtîgehê de bên dermankirin.    TEDAWIYA WÊ DI NIVÎ DE MA   Çakir, diyar kir ku dema Semîran ewilî hate girtin nexweşiya wê hate tespîtkirin û got: “Cara ewil bi birayê xwe re hate girtin. Di vê navberê de bavê wan jiyana xwe ji dest da. Tevî ku delîlên şênber û îdiayên rast nebûn jî cezayê hefsê yê muebbetê li Semîranê hate birîn. Pişt re dosya xera bû. Piştî ku xerabû di pêvajoya darizandina nû de 7 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn û hate berdan. Dû re ji bo dermankirinê em hatin Edeneyê. Em her tim diçûn nexweşxaneyan. Her tim aciz dibû û bêhal bû. Tevî vê yekê jî hatin girtin û birin. Dema cara ewil ew girtin bijîşk jê re gotibû ku ‘dilê te weke saeta bi bombe ye, em nizanin wê kengî biteqe’. Raporên bijîşkan hene lê dîsa jî li ber çav nagirin.”   Çakir, bi lêv kir ku dermankirina hevjîna wî ya li derve di nivî de ma û anî ziman ku ji ber girtinê tedawî di nivî de ma û her ku diçe jî rewşa bixeter dibe.    GIRTÎ NAYÊN DERMANKIRIN   Çakir bal kişand ku girtî bi awayekî bi rêk û pêk nayên dermankirin û da zanîn ku girtiyên nexweş gelemperî sewqî beşên nexweşxaneyê ku tu têkiliya wan bi nexweşiyên wan re nebin. Çakir, pirsa “Çima girtî bêyî ku bên dermankirin dibin girtîgehê” kir û diyar kir ku gelek caran revîrên girtîgehan sewqên girtiyên nexweş ên nexweşxaneyan betal dikin.    ‘DIVÊ EM JI BO WAN TÊBIKOŞIN’   Çakir, diyar kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin polîtîkayeke û wiha got: “Desthilat, pirsgirêkên ku girtiyên nexweşên giran dijîn paşguh dikin. Armanca sereke ya desthilatdaran a li ser girtiyan ew e ku girtîgehê weke cihê rehabîlîtasyonê bi kar tînin û wisa dibînin. Tevî van jî normalîzekirina şertên tecrîdê ye. Tu daxwaza me ji dewleta ku hiş û mantika wê tê zanîn nîne. Yekana daxwaza me ya ji civakê ji bo girtiyan di nava hewldanan de bin. Tevî hemû bê derfetiyên girtiyan jî divê em nîşan bidin ku ne bi tenê ne û divê em ji bo wan têbikoşin.”