KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin 2022-09-08 12:09:21   NAVENDA NÛÇEYAN - KNK, xwest êrişa li herêma Xelîfane li dijî komeke endamên HPG'ê hate kirin bê lêkolînkirin û birîndar bên radestkirin.    Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser êrîşa 5'ê îlonê li herêma Xelîfanê li dijî komeke endamên HPG'ê hate kirin, daxuyaniyek da. KNK'ê da zanîn ku di encama êrişa SÎHA'yan de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane 2 jê birîndar bûne û wiha got: "Li herêmeke ku derveyî herêma şer e, şevek tarî ku gerîla dimeşiyan û diçûn, vê demê de balafirên bêmirov çawa dikarin wana tesbît bikin? Kê ev îstîxbarat da dewleta Tirk. Hêzên PDK'ê li wê derê çi dikin? Her wiha gundiyên nêzîkî cihê bûyerê dibêjin dema hêzên PDK'ê çûne cihê bûyerê, dengê çekan jî hatiye. Ev hemî cihê pirsê ne."   KNK'ê bi bîr xist ku HPG'ê di daxuyaniya xwe de, banga lêkolînê dike û ji PDK'ê jî daxwaz dike ku gerîlayên birîndar teslîmê HPG'ê bike û got: "Em banga HPG'ê di cih de dibînin û destek dikin. Divê ev bûyer bê lêkolînkirin û bê zelalkirin û gerîlayên birîndan jî radestî HPG'ê bêne kirin."   'PDK HEVKARIYA DEWLETA DAGIRKER DIKE'   KNK'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Li vê herêmê ev ne cara yekê ye ku gerîla dikevin kemînê. Salek beriya niha yek 26'ê Tîrmeha 2021'ê de yek jî 29'ê Tebaxa 2021'ê de, 2 grûbên din yên gerîla ketibûn kemîna hêzên PDK'ê. Di van hersê kemînan de heta niha 12 şervanên azadiyê şehîd ketine.   Demeke dewleta tirk, di şerê dagirkirina Başûrê Kurdistanê de ketiye nav aloziyek gelekî mezin, rojane gelek leşkerên wan tên kuştin û di demên dawî de geleke helîkopterên wan hatine xistin. Di rewşeke wiha de PDK'ê hevkarî û piştgiriya xwe ji bo dewleta dagirker hîn zêde û berfirehtir kiriye. Hinek cihan rê û rêbaran ji wan re çêdike û gelek cihan jî raste rast alîkariya wan dike.   JI BILÎ PDK'Ê HERKES MEQSEDA DEWLETA TIRK FAM KIRIYE   Ev serê çend salane KNK'ê bi awayekî berfireh tevaya derfetên xwe seferber kiriye û hewl dide ku pêşî li ber hevkariya hêzên Kurdistanî li gel dewletên dagirker bigire. Lê gelekî mixabin, tevî her hewl û xebatên me, PDK li ser hevkariya bi dijminan re israr dike û her diçe vê hevkariya xwe berfirehtir dike. Em baş dizanin ku mexsed û armanca dewleta tirk ew e ku hemî destketiyên gelê Kurdistanê têk bibe û birûxîne. Ji bilî PDK'ê pê ve herkesî ev armanc û mexseda dewleta tirk fam kiriye.   HEVKARIYA WE ZIRAR Û ZIYANEK GELEK MEZIN LI DESTKEFTIYÊN ME DIKE   Em weke KNK'ê dixwazin careke din bangawaziyê li PDK bikin; Tevgera Azadiyê ya gelê Kurdistanê li her çar beşan gihîştiye asteke gelekî bilind û gelek destkeft bi dest xistine. Helbet me gelek qurbanî, cangorî û bedelên mezin jî dane. Hevkariya we li gel dewleta tirk, çi di asta neteweyî û çi jî di asta navneteweyî de zerar û ziyaneke gelekî mezin li têkoşîn, xebat û destketiyên me dike. Çareserî bi hevkariya li gel dijmin nabe û bi tu rengî jî nayê qebûl kirin. Belê em dizanin ku hin pirsgirêk di nav tevgera gelê kurd de heye û çareseriya wê jî, ancax bi rêya diyalogê, dan û standinan pêk tê.   LI DIJÎ HEVKARIYA PDK'Ê DENGÊ XWE BILIND BIKIN   Di heman demê de en bangewaziyê li hemû partî, rêxistinên siyasî, saziyên civakî, hunermend, ronakbîr  û hemû kesayetiyên welatparêz dikin ku dengên xwe li hember hevkariya PDK'ê ya li gel dewleta dagirker bilind bikin û helwesteke welatparêzî wergirin, berî bi derengî bikeve. Divê herkes destê xwe dayne ser wijdana xwe û bêdeng nemînin.    DIVÊ BIRÎNDAR RADESTÎ HPG'Ê BÊN KIRIN   Li ser vê bûyerê, em ji malbatên cangoriyan, fermandariya HPG'ê û gelê Kurdistanê re sersaxiyê, ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Em dixwazin ev bûyer di demeke kurt de, bê lêkolînkirin û bê zelalkirin û gerîlayên birîndar jî radestî HPG'ê bêne kirin. Em careke din hêzên kemîn danîn û êrîşkaran şermezar dikin."