Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda 2022-09-08 12:42:22   QERS - Tehliyekirina girtî Cumhur Ataş bi hêceta “her çiqas zoriyê ji personelêsaziyê re dernexistibe jî lê ji bo hêsankirinê tu hewldana wî nebûye” 6 meh hat taloqkirin.    Cumhur Ataş li Girtîgeha Beşîkduzuya Trabzaonê ya Tîpa T’yê tê ragirtin. Cezayê wî di 22’yê hezîranê de temam bû. Ataş di 22’yê teaxê de name ji malbata xwe re şandiye û ragihandiye ku tehliyekirina wî 6 meh hatiye taloqkirin. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza li Ataş hatiye birîn. Ataş got Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê rapora “halê nebaş” kiriye hêceta neberdana wî. Ataş destnîşan kir ku girtîgehê bi hêceta “her çiqas zoriyê ji personelêsaziyê re dernexistibe jî lê ji bo hêsankirinê tu hewldana wî nebûye” 6 meh tehliyekirina wî taloq kiriye. Ataş da zanîn ku ew ji ber hêcetên bêbingeh û pûç nayê tehliyekirin.