Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin 2022-09-08 13:42:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku li Kampa Holê, şaneyeke DAÎŞ'ê êrişî hêzên ewlekariyê kiriye, ji ber vê êrişê şer qewimiye û di encamê de çeteyek hate kuştin.   Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku 15 roj in Operasyona Ewlekarî û Mirovî dimeşîne, daxuyaniyeke nû da. Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku duh bi şev saet di 01:00'an de hêzên wan û şervanên YPJ'ê û QSD'ê li beşa 5'an a Kampa Holê operasyoneke taybet li dar xistin.    Hate ragihandin ku di vê operasyonê de di navbera hêzên wan û çeteyên ku hewl dan birevin, şer qewimî û wiha hate gotin: "Di encama vî şerî de çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribûn û hewl dida bireve, hate kuştin û di heman demê de 2 jê jin, 4 çeteyên DAÎŞ'ê jî hatin girtin." Her wiha bi çeteyan re 2 çekên AK-47 û rextek jî hatine desteserkirin.   '8 ÇETEYÊN DAIŞ'Ê HATIN GIRTIN'   Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bîlançoya roja 15'an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê jî ev agahî parve kirin: "Çeteyekî DAÎŞ'ê hate kuştin, 8 çeteyên DAÎŞ'ê jî hatin girtin. 2 rextên teqemeniyê, 3 çekên AK-47 û 10 jarjor, çekeke RPG-7 û roketên wê, 12 bombên destan, 25 guleyên demançeyan, jarjorên demançeyên Glog, amûra bêdengkirina çekan, komputer, çend telefon û xetên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn veşartin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin desteserkirin."