Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da 2022-09-08 14:32:37   ŞIRNEX - Li Şirnexê ciwanê bi navê ‘Cîhan Çevîk’ ku hate îdiakirin “întîhar” kiriye, jiyana xwe ji dest da.    Hate îdiakirin ku ciwanê bi navê Cîhan Çevîk (23) ê li Taxa Vakifkent a girêdayî navçeya navendî ya Şirnexê dijiya, duh bi şev “întîhar” kiriye. Piştî ku ferdên malbatê bûyer dîtin tîmên tenduristiyê agahdar kirin. Tîmên tenduristiyê piştî mudaxileya ewil a li malê Çevîki, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Lê Çevîk tevî hemû mudaxileyan jî nehate xelaskirin û jiyana xwe ji dest da.    Piştî kirariyên otopsiye malbatê cenazeyê Çevîk li Goristana Asrî ya Şirnexê veşart.