Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin 2022-09-08 16:16:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Kunyeyên leşkerên ku Wezareta Parastinê têkildarî mirina wan bêdeng maye û dîmenên malzemeyên leşkeri hatin weşandin.    Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Kurdistana Federe di 17’ê nîsanê de dane destpêkirin didomin. Têkildarî pevçûnan her roj hurgiliyên nû derdikevin holê. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di 31’ê gulanê de navê 4 leşkerên ku di 29ê Gulanê de di şerê li Metîna de hatibûn kuştin eşkere kir û diyar kir ku Tirkiye windahiyên xwe yên leşkerî vedişêre. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Binefserê Biqidem Çawiş Yûnûs Eylîk, Çawişê pispor Alî Taşkin (Tugaya Komando ya Sêrtê) Çawişê Pispor Mevlut Çetîn û Çawişê Pispor Ahmet Akpinar jiyana xwe ji dest dane.    WEZARET BÊDENG E    Tevî ku gelek wext derbas bû jî Wezareta Parastinê derbarê leşkerên navên wan hatin aşkerekirin de tu daxuyanî nedan. Berdevkê HPG’ê Serdar Yektaş ku demek berê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku di destê wan de 9 cenazeyên leşkeran hene û hin malbatên leşkeran serî li wan dane. Yektaş, da zanîn ku ji ber gefên dewleta tirk navên leşkeran aşkere nakin.”   KUNYEYÊN WAN HATIN WEŞANDIN    ANF’ê îro kunyeyên Binefserê Biqidem Çawiş Yûnûs Eylîk û Çawişê pispor Alî Taşkin ên hatine kuştin û dîmenên malzemeyên wan parve kirin. Di dîmenan de çenteyên piştê, çekek, şarjor, kêr, ronahiya destan, tizbiyek û dûrbîn û kunyeyên du leşkerên payebilind hene.