ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-09 09:00:02     * Nivîskar Hacay Yilmaz diyar kir ku kurdan tirsa ku tarîtiya 12'ê Îlonê ew afirand şikandiye û got: "Pir hindik ma em ev tarîtiya ku niha bi destê rejîma AKP-MHP'ê tê domandin bişikînin. HDP, cihê hêviyê ye."   * Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin Nobeda Edaletê digirin, destnîşan kirin ku bi rakirina tecrîdê re dibe ku binpêkirinên mafan bi dawî bibin.   * Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 24 rojan de 40 zarok hatin kuştin an jî birîndarkirin. Berdevka Tevgera Nûdemê Cîhan Reşîd bal kişand ser armanca van êrişan û got: "Armanca Tirkiyeyê ew e, bi kuştina zarok û sivîlan ewlehiya herêma xweser ji holê rake."    * Girtiyên li Girtîgeha Bafra ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê de diyar kirin ku jiyana wan di xetereyê de ye û heke tiştek bê serê wan berpirs rêvebiriya girtîgehê ye.    * Bi hinceta "heqaret li Erdogan kiriye" ceza li Mehmet Yildirim, birayê Medenî Yildirim ê di çalakiyên li dijî çêkirina qaleqolan de bi guleya eskeran jiyana xwe ji dest dabû, hatibû vekirin. Yildirim serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.    * Girtiyê nexweş Şemseddin Kargili ku ji sedî 89 astengdar e û pençeşêra gurçikê lê peyda bûye, ji ber rapora ATK'ê ya "dikare di girtîgehê de bimîne" nayê berdan.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 550’emîn de berdewam bike.    * Danişîna Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, dê di destpêka civîna Meclisa Jinan de biaxive. (10.30)   * Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê rapora ku têkildarî kuştina ciwanê bi navê Adem Kara yê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin amade kiriye dê li avahiya komeleyê ji raya giştî re eşkere bike. (10.00)   * Meclisa Jinan a HDP’a Stenbolê wê têkildarî taciz û tundiya polîsan ya di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de  li avahiya Şaxa ÎHD'a Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)   * Şaxa OHD’a Amedê wê têkildarî binpêkirinên mafan ên girtîgehan wê li pêş Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Şaxên ÎHD’e yên Îzmîrê û Enqereyê dê li avahiyên xwe çalakiya"Nobeta Aştiyê" li dar bixin û pişt re daxuyanî bidin. (14.00-18.00)   * Doza derbarê Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tûncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak de hatiye vekirin, wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin. (14.00)