Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin 2022-09-09 09:00:47   ÎZMÎR - Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin Nobeda Edaletê digirin, destnîşan kirin ku bi rakirina tecrîdê re dibe ku binpêkirinên mafan bi dawî bibin.   Girtiyên nexweş ku ji ber raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tipa Edlî (ATK) nayên berdan, yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Girtiyên ku înfaza wan temam bûye jî bi hincetên cur bi cur ên Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên girtîgehan nayên berdan. Her wiha îşkence, lêgerîna li hundirê dev, binpêkirina mafê sewqkirina ji bo nexweşxaneyan û pêwendîdanê û cezayên dîsîplînê jî her diçe zêde dibin.  NOBEDA EDALETÊ   Li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê çalakiyên Nobeda Edaletê yên ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin didomin. Çalakiya ku di 12’ê sibatê de li Îzmîrê dest pê kir di roja 110’an de ye. Malbat hefteyê 3 rojan li ber Baroya Îzmîrê, Girtîgeha Kiriklarê û Edliyeya Îzmîrê tên cem hev û daxwazên xwe yên ji bo edaletê dubare dikin.   BINPÊKIRINÊN MAFAN   Ji xizmên girtiyan ên beşdarî nobedê bûne Hanîfe Gumuş jî anî ziman ku rayedar bi mehan e li hemberî van çalakiyên wan bêdeng in. Gumuş bilêv kir ku zarokên wan li girtîgehan nexweş ketine û di hucreyan de tên girtin û got: "Girtiyên ku cezayê wan qediyaye nayên berdan. Ji ber pêkanînên kêfî tên cezakirin. Rojname û kovarên zarokên me tune ne. Pereyê ceyran, av û xwarinê ji wan distînin. Em kinc, gore û şimikên serşokê ji wan re dişînin, lê nadin wan. Gelek malbat ji ber ku pereyê wan tune ne nikarin biçin girtîgehê cem zarokên xwe. Dema em diçin jî her derê me kontrol dikin. Gorên me ji nigên me derdixin. Em van pêkanînan qebûl nakin."   Gumuş anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li derve jî dewam dikin. Gumuş bal kişand ser hestiyên Hakan Arslan ku di kîsikekî de radestî malbata wî hatibûn kirin û ev ji van binpêkirinan tenê yek jê ye.   ‘GIRTÎ NE BI TENÊ NE'   Ji malbatên girtiyan Fehîme Poyraz jî diyar kir ku gel û partiyên siyasî piştgiriya nobeda wan a edaletê dikin û wan bi tenê nahêlin. Poyraz anî ziman ku ew binpêkirinên mafan ên li girtîgehan qebûl nakin û got: "Girtî ne bi tenê ne. Dayik, bira, bav û hemû gelê kurd li pişt wan in. Bila tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe."   'AŞTÎ TÊ TECRÎDKIRIN'   Medîne Kaymaz jî wiha got: "Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê be, dê lêgerîna me ya ji bo edaletê bidome. Mafên Ocalan tên astengkirin. Xeber jê nayê girtin. Serlêdanên tên kirin jî bê encam dimînin. Ê li Îmraliyê tê tecrîdkirin ne Ocalan e, a rast aştî ye. Ev aştî jî tenê ne ji bo kurdan, ji bo tevahiya cîhanê ye. Lewma em ji bo Îmraliyê doza edaletê dikin."    Bayram Kaymaz ku kurê wî 28 sal in girtiye anî ziman ku kurê wî tim sewqî girtîgehên cuda tê kirin û got: "Em ancax tenê 4-5 deqeyan dikarin bi telefonê b hev re biaxivin. 45 roj cezayê pêwendîdanînê dane kurê min. Gava em diçin girtîgehê tenê nîv saet muhlet didin me. Ev zilm e. Bi vê zilmê dixwazin kurdan bidin sekinandin. Bila ciwan nemirin, wekî din em tiştekî naxwazin."   'KURD NAQEDIN'   Kaymaz destnîşan kir ku binpêkirinên mafan hatine wê astê ku cenazeyên kurdan di kîsikan de radestî wan dikin û wiha got: "Ma mirov cenaze dixe kîsikekî û radestî dê û bavan dike? Ev tenê li Tirkiyeyê pêk hatiye. Li tu cihekî cîhanê tiştekî wiha çênabe. Ez hatime vî temenî min tiştekî wiha nedîtiye. Dibêjin, 'Em ê kurdan biqedînin.' Lê kurd bi vî awayî naqedin."   TÊKOŞÎN   Hanim Sever ku got "Em ji bo zarokên xwe li kolanan e" binpêkirinên mafan bi vî awayî bi rêz kir: "Em 5 deqeyan bi telefonê diaxivin. Em nikarin tiştekî ji hev re bibêjin. Li girtîgehan zexteke zêde û tecrîd gelekî zêde ye. Lê nikarin me çavtirsandî bikin. Eger zilmê li me bikin, em ê hîn bêhtir têbikoşin. Ez bang li Wezîrê Dadê, Serokomar û wekîlan dikim: Ger wijdanê wan hebe bila dawî li zextên li ser zarokên me bînin. Bila van pêkanînan bibihîsin."   BANGAWAZÎ   Fatma Surme jî diyar kir ku divê ji bo edalet û aştiyê polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan bi dawî bibin. Surme xwest ku girtî bên dermankirin û got: "Divê girtiyên nexweş ên giran bên berdan. Girtî di bin zextan de ne. Dermanên wan nayên dayîn. Wan dikujin. Bila ev zilm bi dawî bibe."   MA / Delal Akyuz