Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye 2022-09-09 09:05:36   STENBOL/COLEMÊRG - Girtiyên li Girtîgeha Bafra ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê de diyar kirin ku jiyana wan di xetereyê de ye û heke tiştek bê serê wan berpirs rêvebiriya girtîgehê ye.    Cevdet Guneş ku di Tebaxa 2016'an de li Qersê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û pışti 11 mehan 10 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û niha di Girtîgeha Bafra ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê de ye, di 6'ê îlonê de bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.      AVÊTINA SER QAWÎŞAN   Guneş da zanîn ku qawîşên wan hatine guherandin û hevalên wan ên li qawîşê birine qawîşine din. Guneş anî ziman ku di avêtina ser qawîşê de hemû eşyayên wan hatine belawelakirin û got: “Hemû pirtûk, nivîs, eşya û malzemeyên me ji me stendin. Xwestin rageşiyê derxin û êrişî hevalan bikin. Niha em dûrî hev in. Her wiha derbarê hevalan de lêpirsîn tên destpêkirin û wan bernadin. Diviyabû gelek heval bihatana berdan, lê wan bernadin."    EWLEHIÎ TUNE YE   Guneş ragihand ku girtiyên nexweş ên rewşa wan xerab cur bi cur sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û got: “Di demên dawî de proveke dikin û hewl didin êrişî me bikin. Tu ewlehiya me ya jiyanê nîn e. Em ê li ber xwe bidin. Dixwazin bersivê bidin berxwedanê. Lewma provoke dikin."   ‘BERPIRS ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ YE'   Guneş banga li raya giştî kir û got: “Sazî û saziyên bi mafên mirovan re mijûl dibin divê li ser vê yekê bisekinin. Divê çalakiyan li dar bixin û divê haya wan ji van deran hebe. Niha rewş qet ne baş e. Qet nebe me got em van tiştan belav bikin û her kesî serwext bikin. Ger li vir pirsgirêkek rû bide, berpirs rêvebirî û îdareya girtîgehê ye."   ‘GIRTÎ LI BER XWE DIDIN'   Servet Guneş, birayê Guneş, anî ziman ku birayê wî ji wî xwestiye qeyda deng bigire û got, gotiye "Li vir rewş nebaş e" lewam divê dengê wî bê tomarkirin.  Guneş anî ziman ku tecrîda li girtîgehê kûrtir bûye û got, tişta li Girtîgeha Bafrayê rû ddie "zilm" e. Guneş bilêv kir ku girtî li dijî binpêkirinên mafan ên giran li ber xwe didin û got: “Ev dê hewya kengî û çawa bidome? Ez nizanim. Lê bi rastî jî ev yek min û gelek kesên wekî min aciz dike. Divê ev pirsgirêk bên çareserkirin.”   Guneş destnîşan kir ku divê raya giştî tevbigere û wiha got: “Bi vî awayî nabe, wiha nameşe. Cil û berg, pirtûk ji wan stendin, dê qîma xwe bi vê neynin. Kesên ku 30 sal in di girtîgehê de ne û cezayên wan xilas bûye hene. Ma hûn ê heya kengî wan di hundurê bihêlin? Ev ne çewisandine, zilm e. Dibe ku kes nizanibe, lê bi rastî jî li wir zilm heye."   ‘RÊYEKE BIRÛMET'   Guneş got: “Ez her tim li pişta birayê xwe me. Ji bo min rêya wî rêyeke birûmet e. Zimanê xwe, namûs û rûmeta xwe parastiye û ji bo vê têdikoşe."    GARDIYANAN BI SER QAWÎŞAN DE GIRTIN E    Li aliyê din li heman girtîgehê roja 5 û 6'ê îlonê gardiyanan bêsedem bi ser odeyên girtiyên siyasî de girtin. Di dema serdegirtinan de gardiyanan dest danî ser lênûsk, pirtûk û pênûsan. Her wiha hat ragihandin ku piştî serdegirtinan 15 girtiyên siyasî xistine hucreyan û girtiyên din jî xistine odeyên yêk kesî.    Girtiyê bi navê Faruk Beyter duh di danê êvarê bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand li girtîgehê pêkanînên nexweş diqewimin.    GIRTIYAN XISTINE HUCREYAN    Xwişka girtî Faruk Beyter, Besna Beyter diyar kir ku birayê wê di telefonê de ragihandiye ku li ser wan da di nav heftiyekî dawî de binpêkirina mafan zêde bûne. Beyter axaftina birayê xwe wiha vegot: "Seat pêncê evarê li min geriya. Dengê birayê min pir nexweş dihat, digot li dijî wan pêkanînên binpêkirina mafan diqewimin. Divê ku miheqeq parêzer bên bi rêveberiya girtîgehê re biaxivin. Birayê min got zextên pir giran li girtiyan dikin û 15 hevalên wî xistine hucreyên yek kesî de. Ew û gelek hevalên wî jî xistine odeyên yek kesî û dest danîne ser alavên ku pêdiviyên xwe bicih tînin."    BANGA XWEDÎ DERKETINÊ   Beyter da zanîn ku birayê wê gotiye, cil û berg, pirtûk, pênûs, lênûsk û her wiha hemû pêdiviyên wan ji aliyê gardiyanan ve hatine destserkirin û ew di şert û mercên nebaş de ne. Beyter da zanîn ku birayê wê gotiye divê her kes ji bo girtiyan rabe ser pêya û zilma li ser girtiyan ji her deverî re bê ragihandin. Beyter got dixwazin zilma li ser girtiyan demildest bê bidawîkirin.