Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike 2022-09-09 10:06:44 STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên li cem wî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku 17 meh in xeber ji wan nayê girtin, bi daxwaza “bilez serdanê bikin" serî li CPT’yê da.    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo xebernegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê tên girtin, serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. 17 meh in yanî ji adara 2021’an ve xeber ji Ocalan û girtiyên cem wî nayê girtin. Di serlêdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de hat diyarkirin ku şert û mercên “incommunicado” ku tê wateya bêragihandina mutleq û xetereya her cure binpêkirinan didome. Di serlêdana ku balê dikişîne ser binpêkirina sîstematîk a qedexeya îşkenceyê ya li Îmraliyê, derbarê geşedanên di navbera nîsan û tebaxa 2022’yan de agahî da CPT’yê.    DI 5 MEHAN DE 61 SERLÊDAN HATIN ASTENGKIRIN    Di navbera 1'ê nîsana 31'ê tebaxa 2022'yan de 40 serlêdanên hevdîtinên parêzer û 21 serlêdanên hevdîtinên malbatan li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin. Hat ragihandin ku hemû serlêdan hatine astengkirin.   SERLÊDANA 775 PARÊZERAN BÊBERSIV MA    Di serlêdanê de hat diyarkirin ku bi sedema ku astengkirina hevdîtinan a bi miwekîlan re li dijî qedexeya îşkenceyê ye ji aliyê 775 parêzeran ve di 10’ê hezîrana 2022’yan de serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hat xistin û hat xwestin demildest divê parêzer biçin miwekîlênxwe bibînin. Di nav parêzerên serlêdan kirin de serokên baroyan jî hebûn. Lê belê heta niha jî tu bersiv nedane serlêdanê û bêbersiv hatiye hiştin.    AQÛBETA NAMEYAN NAYÊ ZANÎN    Buroya Hiqûqê ya Sedalê di serlêdanê de bal kişand ser astengkirina hevdîtinên di cejnan de û hat gotin aqûbeta nameyên ku miwekîlên wan di navbera adar û tebaxê de şandine nayê zanîn û her wiha di vê demê de tu hevdîtina bi telefonê jî nehatiye kirin.    QEDEXEYÊN NÛ    Di serlêdanê de cih ji qedexeya hevdîtina parêzeran û cezayên dîsiplînê yên nû de re jî agahî hatiye veqetandin. Hate diyarkirin ku her çend 6 meh qedexeya parêzeran a di 12’ê cotmeha 2021’an de hatibû dayîn jî di 22’yê nîsana 2022’yan de bi dawî bû jî, yekser serlêdan hate kirin û ev serlêdan jî hate redkirin û bêbersiv ma. Her wiha hat destnîşankirin ku di 13'ê nîsana 2022'yan de ji aliyê Dadgeha Înfazê yê 2'yemîn a Bûrsayê ve beriya ku dema qedexeya parêzeran bi dawî bibe 6 meh cezayê nû yê hevdîtina parêzeran hat dayîn, lê piştî serlêdana li dadgehê ev rewş hat hînbûn.    ‘SÛC TÊ KIRIN’   Di serlêdanê de hat diyarkirin ku her çend cezayê dîsiplînê yê Desteya Dîsiplînê ya Îmraliyê ya di 3’yê sibata 2022an da di meha hezîranê da bi dawî bûye jî, serlêdanên li dozgeriyê hatin redkirin û ji bo îfadeyê jî serî li Dadgeha Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê dan. Ev serlêdan jî aliyê Dadgeha Înfazê ve hat redkirin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku sedema vê redkirinê bi îdiaya "Cezayê disîplînê hê dewam dike" hatiye dayîn. Hat bibîrxistin ku cezayê dîsiplînê yê navborî di 22'yê gulana 2022'yan de bi dawî bûye, hat parvekirin ku Desteya Dîsiplînê ya Îmraliyê hîn bûye ku di 31'ê gulana 2022'yan de 3 meh qedexeya hevdîtina malbatê ya nû biriye. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku mweikîlên wan ji alîkariya parêzer û parêzvaniya hiqûqê mehrûm hatiye hiştin û bi vê rewşê sûc hatiye kirin.    DAXWAZA SERDANA DEMILDEST    Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku Ocalan û girtiyên din pêwendiyên wan bi derve re hatine astengkirin û ji her cure parêzvaniya hiqûqî bêpar hatine hiştin. Di serlêdanê de hat xwestin ku CPT demildest serdana Girtîgeha Îmnraliyê bike û wezîfeya sereke ya Komîteyê ye ku divê baş zanibe heke xeber neyê girtin dê rê li ber xesarên telafiya wê nîne veke û demildest dawî li vê rewşê bîne.    Di serlêdanên de ev daxwaz hatine kirin:    “* Divê Komîte bi awayek BILEZ li Girava Îmraliyê serdanek DE FACTO pêk bîne.    * Pêwîste tavilê parêzer biçin serdanê û bi rêya hiqûqê dawî li biryarên qedexekar û astengiyan bê anîn.    * Malbat û wazî divê tavilê biçin serdanê û hemû astengiyên li pêşiya hevdîtinên malbatan bên rakirin.    * Divê mafê serdanê were tes3iskirin û her wiha mafê telefonê jî bi awayek rûtîn bê temînkirin.    * Pêwîste hemû astengiyên li pêşiya name û faksan bêr akirin.    * Lazim e dawî li qedexeya rojname, kovar û pirtûkan bê anîn û her cure sepanên li dijî hiqûqê were bidawîkirin.    * Şert û mercên îşkence, muameleya dijmirovî û muameleya xerab û rewşa incommunicado ji holê bê rakirin û daxwaz tê kirin ku li tavilê prosedura xala 10/2. a Peymanê bikeve dewrê.    MA / Dîren Yûrtsever