‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’ 2022-09-09 11:03:12 AMED - Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn bal kişand ser zextên ku li dijî kurdan zêde dibin û got: “Radestkirina cenaze ya di kîsekî de, nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan dide nîşandan.”   Hikumeta AKP’ê ya ku bi israra di çareseriya pirsgirêka kurd de şer geş dike, ne tenê mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn ê mirovan e ji nedîtî ve tê, piştî ku mirov jiyana xwe ji dest didin jî mudaxileyî mafê veşartinê dike. Cenazeyê Egîd Îpek ê di sala 2017’an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, di sala 2020’an de xistin qûtiyekî û ji dayika wî Halîse Aksoy re bi kargoyê şandin. Di dema ku bertekên şandina cenaze ya bi kargoyê berdewam dikir de, cenazeyê Zîndan Yenî yê ku di sala 2021’an de li çoltera gundê Pîrejman a navçeya Pîran a Amedê jiyana xwe ji dest da piştî 8 mehan din ava qûtiyekî de radestî bavê wî Hasan Yenî kir.    Mînaka dawî ya êrişên li dijî cenazeyên kurdan, teslîmkirina hestiyên Hakan Arslan ku di dema qedexeya derketina derve ya di 2’yê kanûna 2015’an de li navçeya Sûr a Amedê hat îlankirin de jiyana xwe ji dest da, ya piştî 7 salan di kîsekî de dan bavê wî bû.    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdûllah Zeytûn têkildarî êrişên li ser cenazeyan axivî. Zeytûn, anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka kurd zext û pêkanînên dijmirovahiyê zêde kir.    NE ÇARESERKIRINA DI PIRSGIRÊKA KURD DE   Zeytûn, da zanîn ku di hawireke tundî û pevçûnê de bi taybetî wezîfedarên cemaweriyê li dijî cenazeyan sûcên bi heman rengî kirine û got: “Heke mirov bixwaze hinek ji van sûcan bîne ziman; şandina cenaze ya bi kargoyê, radestkirina cenaze ya di kîsekî de, wergirtina cenazeyên kesan ên ji gorên komî û veşartina li bin pêyarêyan, astengkirina tev li bûna cenazeyan, bi gelek rê û rêbazên din ên cuda. Bi taybetî ev sûc di nava sala 2015’an de li hawira tundiyê dest pê kirin. Ev hemû bêguman mijarên girêdayî neçareserkirina pirsgirêka kurd û bikaranîna dewletê ya amûra tundiyê di çarçoveya vê pirsgirêkê de ne. Hemû mijarên têkildarî mafên şînê, mafên definkirin û binaxkirinê û rêzgirtina ji bo bîranîna mirov, pêkanînên ji ber nebûna çareseriya pirsgirêka kurd e.”    Zeytûn ê têkildarî radestkirina cenazeyê Hakan Arslan ê ji Edliyeya Amedê yê di nava kîsekî de axivî, wiha berdewam kir: “Ji bilî pirsgirêka maf û hiqûqê ev pirsgirêkeke exlakî ye jî. Daxwaza rêzgirtina ji bîranîna kesên jiyana xwe ji dest daye heye. Divê peywîrdarên cemaweriyê di hesasiyeta pirsgirêkên civakî de hiqûqê li ber çavan bigirin.”    BANDORA BÎRDOZIYA FERMÎ   Zeytûn, anî ziman ku diviyabû wezîfedarên li wir bi “empatiyê” nêzî bavê ku cenazeyê xwe di kîsekî de wergirt bibûna, wan dîmenekî ku fîkrên bîrdoziya fermî ya li ser kurdan nîşan dan.  Zeytûn, bi lêv kir ku malbatên ku cenazeyên êriş lê hatine kirin werdigirin bi awayekî dêrûnî jê bandor dibin û wiha berdewam kir: “Divê were diyarkirin ku kesên di vê rewşê de bi êşeke mezin re rûbirû dimînin. Tê bîra we di encama mûmaleya derveyî mirovahiyê ya li dijî cenazeyê dayika Aysel Tûglûk de gelek bandor li Tûglûk bû ji ber vê rewşê niha bi giranî nexweş e. Ji ber pêkanîn û encamên cuda yên di vî warî de, tê xwestin ev bandor li ser piraniya mirovan bê afirandin.”   DIVÊ HIQÛQA MIROVÎ LI BER ÇAV BÊ GIRTIN   Zeytûn, bal kişand ser berpirsyariyên kesên rayedar ên di heman pratîkê de û anî ziman ku politikaya daraza bi bandora siyasî tevdigere û dadger jî ji tiştên tên kirin berpirsyarin.    ‘DIVÊ MIROV QEBÛL NEKE’   Zeytûn, anî ziman ku  divê pêkanîn dewletê yên li ser bingeha zext û zorê neyên qebûl kirin û got: “Ev pêkanîna ku hemû hesasiyetên civakî bi awayekî berovajî çanda kurdan îfade dike, pêwîste ji aliyê desthilatdariyê ve bê lêkolînkirin û lêpirsîn. Weke parêzvanên mafên mirovan me giliyên xwe yên hiqûqî di vî warî de kirin. Ew kesên îşkence û mûameleya xerab li kesên jiyana xwe ji dest dane dikin, divê bi awayekî bi bandor bên lêpirsînkirin û cezakirin.”   ‘DIVÊ PIŞTEVANÎ BÊ MEZINKIRIN’   Zeytûn, da zanîn ku weke ÎHD ew ê piştgiriya hiqûqî ya ji bo malbatan bidomînin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi giştî divê parêzvanên maf û edaletê li hemberî vê neheqiyê di mijarên hiqûqî û exlaqî de bi fikar bin, ev neheqî li kê tê kirin bila bê kirin û kî dibe bila bibe, divê bi wan re bin. Ji bilî polîtîkayên ewlekarî û otorîter ên li ser bingeha zext û zordariya di dema dawî de zêde bûne, em dixwazin bînin ziman ku divê bi taybetî parazvanên mafên mirovan piştevaniyê bikin.”   MA / Eylem Akdag