DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e 2022-09-09 11:37:21 NAVENDA NÛÇEYAN - DMME di dosyeya cezayê ji ber pirozkirina rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Fehîme Ete hatiye birîn Tirkiyeyê mehkûmî tazmînatê kir.    Li gor nûçeyeke JINNEWSê (http://jinnews41.xyz/TUM-HABERLER/content/view/194900) li Sêrtê 4 nîsana 2006’an ji ber rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin derbarê 9 kesên di rêveberiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û endamên Komeleya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran bi îdiaya “li gor armanca rêxistinê tevdigere û pesnê sûc û sûcdar dide” doz hate vekirin. Ji 9 kesan 8 jê hatin girtin û Fehîme Ete ya ku nehatibû binçavkirin, nehat girtin. 8 kes jî piştre hatin berdan. Dadgeh derbarê 9 kesan de 10 mehan ceza birî. Îtîrazên li van cezayan hatine kirin jî hatin redkirin.    SERÎ LI DMME'YÊ TÊ XISTIN    Parêzera Ete, Reyhan Yalçindag Baydemîr ji ber ku rêyên hiqûqa navxweyî hatin qedandin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Di serlêdanê de ev agahî hatin parvekirin: “Rêveberên DTP'ê û endamên Komeleya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran li Sêrtê di 4’ê nîsana 2016’an de şahiyek li dar xistine. Midûriyeta Polîsan a Sêrtê bi hinceta ku rojbûna Abdullah Ocalan hatiye pîrozkirin,  giliyê ji Serdozgeriya Sêrtê kir û xwest bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê hatiye kirin û pesnê sûc û sûcdar hatiye dayîn’ li gorî li Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê (TMK) doz li karûbarên hatine kirin bê vekirin. Li ser vê yekê Serdozgeriya Sêrtê tevî serlêder Fehîme Ete derbarê 9 kesan de îdianame amade dike û li Dadgeha Cezayê Asliyeyê doz hatiye vekirin.”    BIRÎNA CEZA WÊ MEXDÛR KIRIYE    Di serlêdana ku hatiye kirin da hat destnîşankirin ku Ete û zarokên xwe bi mehan mexdûr bûye û ev tişt hatin gotin: “Serlêder Ete ji ber cezayê li wê hatiye birîn yek jê nexweş ji lênêrîna 7 zarokên xwe berpirsyar e bi 7 zarokên xwe ve nekariye bi mehan biçe mala xwe. Di her kêliyê de bi tirsa ku dê bikeve girtîgehê jiyaye û derbarê cezayê wê yê ku hatiye êrêkirin şûnda li gor rêzika 6 mehan de wek takekesî ser li dadgehê daye. Muwekîla me heya ku hin qanûnên tedbîr hatine amadekirin tim neçar maye ku xwe veşêre û ji ber vê yekê mexdûr bûye.”   TIRKIYE HAT MEHKÛMKIRIN   DMME derbarê serlêdanê de berî 2 rojan biryar da. Di biryarê de hat destnîşankirin ku li gorî madeya 10’emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ji ber pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, birîna pasteyê, binçavkirin û ceza dayîn binpêkirina mafê xwe îfadekirinê ye. DMME'yê Tirkiyeyê li hemberî Ete mehkûmê tazmînata manevî ya 2 hezar Euro kir. Dîsa ji ber lêçûnên, dadgehê biryar da ku Tirkiye hezar 500 Euro lêçûnên dadgehê jî razîne.