Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn 2022-09-09 12:07:42 RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeta xwe ya Edaletê didomîne bang li Wezareta Dadê kir û ev peyam parve kir: “Li Rihayê edalet tenê wek peyv heye. Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bîranîn.”   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 550’emîn de berdewam dike. Çalakiya ku dayik Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tev li nebû, kurê wê Ferît Şenyaşar bi tena serê xwe li “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” nobet girt.    Malbat li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Tu qîmeta gotinên ku nekevin meriyetê nîn in. Li Rihayê edalet tenê wek pêyv heye. Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn. Ji bo edaletê nobet di roja 550’yan de didome...”