Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin 2022-09-09 15:15:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrîna ku di bin kontrola Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye, 3 jê zarok 13 kes hatin revandin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Tirkiye û çeteyên paramîlîter ên girêdayî wê, ji navçeyên Cindirêsê û Şêrawaya yên Efrînê li 3 kesan xistin û tevî wan 3 kesan, 3 jê zarok 13 welatî revandin.    Çavkaniyên ji Efrînê da zanîn ku leşkerên Tirkiyeyê li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li 3 ciwanan navçeya Cindirêsê da, ciwaneke din jî revandin û radestî çeteyên bi navê "Têkoşîna li dijî terorê" kirin. Li gor çavkaniyê herêmî navên kesên hatine revandin wiha ne; Izedîn Reşîd (17) ji gundê Hemamê yê Cindirêsê, Silava Eyûb Îsa (27) ê ji taxa Zêdiyê ya navenda Efrînê, Nûredîn Emîn (16) ê ji gundê Birc Ebdala yê Şêrawayê û Mihemed El Îsa (17) ê ji heman gundî.   Çeteyên "Polîsên Sivîl" ên Tirkiyeyê welatiyê bi navê Feysel Hesen El Mihemed (39) ji taxa 16 a navenda Cindirêsê revand.Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên "Heyet Tehrîr El Şamê 2 welatî revandin. Navê gund û welatiya wiha ne; Mihemed Ehmed Ebdo ji Kibêşînê û Xelîl Henîf Kehfano yê ji gundê Fafirtînê.   Her wiha çeteyên "El Hemzat " 6 welatî ji gundê Basûtê yê Şêrawayê revandin. Navên welatiyên ku hatine revandin wiha ne; Mehmûd Ehmed, Mihemed Elî, Yûsif El Qasim, Xelîl Îbrahîm, Cuma Seydo û Merwan Seydo. Welatiyên ku hatine revandin ber bi cihekî nediyar ve hatine birin.