Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin 2022-09-09 16:20:55 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ê di Nobeta Aştiyê de axivî ev bang kir: “Hûn bi kê re şer bikin divê bi wî re aştiyê bikin. Ji ber vê yekê divê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê tên ragirtin bi dawî bibe.”   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bi daxwaza “Em mafê aştiyê diparêzin, pêdiviya me bi aştiyê heye ji ber aştiyê em di nobetê de ne” li avahiya şaxa xwe Nobeta Aştiyê dane destpêkirin. Endam û nûnerên HDP’ê, EMEP’ê, Alinterî, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û nûnerên gelek saziyên sivîl ên civakî tev li nobetê bûn.    ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD   Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ê di nobetê de axivî, diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a welatî pirsgirêka kurd e. Turkdogan, destnîşan kir ku divê pirsgirêk bê çareserkirin û got: “Di rojên pêş de divê pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd bîne bîra xwe. Krîza aborî her ku diçe kûr dibe û di her qadê de krîz heye.”   Ozturk, bi lêv kir ku di şer de ciwan jiyana xwe ji dest didin û wiha berdewam kir: “Divê pêvajoyeke aştiyê ya nû bê destpêkirin. Li ser HDP’ê hin nîqaş tên kirin. Hûn nikarin bêyî HDP’ê tiştekê bi dest bixin. Heke wisa berdewam bike wê Tirkiye winda bike. Rêya çareseriyê di aştiyê re derbas dibe. Divê vê herkes bizane. Me jî nobetên aştiyê ku ev hemû bên nîqaşkirin danen destpêkirin. Hevalên ku bên bahev, bila bi awayekî aşkere fikrên xwe bînin ziman. Em dikarin bêyî êkûdu hedef nîşan bidin pirsgirêkan bi axaftinê çareser bikin. Divê bi partiya 3’yemîn a mezin a Tirkiyeyê re zêdetir bê axaftin. Hûn nikarin bêyî partiyên Kurdistanî vê pirsgirêkê çareser bikin.”    ‘TECRÎDÊ RAKIN’   Ozturk ê got “Hûn bi kê re şer bikin, divê hûn bi wî re aştiyê bikin” wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê divê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê tên ragirtin bi dawî bibe. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Divê gefa girtina li ser partiyên siyasî bê bidawîkirin. Divê aktivîstên mafên mirovan demildest bên berdan. Divê Tirkiye paşve vegere pêvajoya çareseriyê.”   Ozturk, herî dawî bi van gotinan bang li desthilatê kir: “Kesê tune nehesibînin. Divê atmosfereke ku her kes bikaribe bi awayekî azad fikrên xwe bîne ziman hebe. Aştî weke mafekî mirovî hatiye qebûlkirin. Li her dera cîhanê xwestin û parastina aştiyê mafekî xwezayî ye. Li Tirkiyeyê jî ji parastina aştiyê xwezayîtir tiştekî din nîne.”   NOBET WÊ BIDOME   Piştî axaftina Ozturk bi kesên hatin serdana nobetê re li ser aştiyê hate axaftin. Çalakiya nobetê wê heta saet 18.00’an bidome. Endamên ÎHD’ê wê her hefte roja înê di Nobeta Aştiyê de bên gelhev.