Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê 2022-09-09 16:28:53 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ragihand ku Aysel Tûglûk rakirine nexweşxaneyê.  Nexweşa demansê siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Hejmara 1’an a Kocaeliyê tê ragirtin, di saetên serê sibê de rakirin nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku Tûglûk di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tê dermankirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag a di Doza Kobanê de mafê axaftinê girt, diyar kir ku Tuglûk a di demekî nêzîk de bi Kovîd-19’ê ket bi ser xwe ve nehat û got: “Îro me ew şand beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Rewşa neyînî ya ji ber şert û mercên girtîgehê derdikeve holê her ku diçe tenduristiya wê xerabtir dike.”