Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin 2022-09-09 18:57:04   STENBOL-  Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref Yaşar hat binçvakirin.   Endamê Desteya Rêvebir a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Eşref Yaşar hat binçavkirin. Yaşar ku berê bi hinceta ku pere ji xizmên xwe yên girtî re şandiye li Dadgeha Cezayê Giran  a 14'an a Stenbolê doz lê hatibû vekirin û derbarê wî de biryara kontrola edlî hatibû dayîn, gava çû Midûriyeta Serbestiya Kontrolkirî, li vir hat binçavkirin.   Polîsan Yaşar ji vir birin Qereqola Polîsan a Gungorenê. Tê payin ku Yaşar sibê sewqî dadgehê bê kirin.