Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne 2022-09-10 10:47:05   STENBOL - Rojnamevan Sadik Topaloglû û Sadiye Eser ên ku ceza li wan hatibû birîn diyar kirin ku beyanên şahid riziyan e û dozger jî mîna şahidan derewan dike û dadgehê jî xwest bi cezakirinê ser vê derewê binixûmîne.    Danîşana biryarê ya doza rojnamevan Sadiye Eser û Sadik Topaloglû ku ji ber xebatên xwe rojnamevaniyê dihatin darizandin, di 8’ê îlonê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Dadger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li her rojnamevanek 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî.  Edîtorê rojnameya Yenî Yaşamê Sadik Topaloglû û rojnamevan Sadiye Eser cezayê li wan hatiye birîn nirxandin.      ÎDIANAME LI SER PÊJNÊ HATIYE AMADEKIRIN    Topaloglû anî ziman ku sûcdariyên di îdianameyê de li wan tên kirin “hevnegirtî” ne û tu bingeha wan rewşên ku wek “delîl” nîşan dane jî nîne. Topaloglû da zanîn ku wan vê rewşê ji dadgehê îspat kiriye û got: “Divê meriv ji emniyete dest pê bike. Ev komployek pir eşkere ya li hemberî rojnamevanan e. Bi vî cezayê birîn xwestin kirasek li komploya xwe bikin. Çimkî dema me birin emniyete tenê Ozgur Baran li ser me îfade dabû. Baran îdia dike ku em çûne Qendîlê. Ne wek ku dîtibe, li ser tiştên pê hesiyaye vedibêje.”    ‘ŞAHID’ WÎ NAS NAKE    Topaloglû anî ziman ku kes abi navê Dîlek Akyol ku wî qet nas nake, wêneyê wî datînin ber wê û îfadedayînê lê ferz dikin. Topalgolû got her çiqas Dîlek Akyol dibêje ku ew nas nake jî lê belê dîsa jî navê wê di îdianameyê de cih girt.    ‘DEREWÊN WAN LI HOLÊ NE’    Topaloglû diyar kir ku ew Ozgur Baran ku îfade li ser wî daye nas nake û wiha got: “Ez rojnamevan im. Min gelek caran ji bo televîzyonan bername çêkir. Dibe ku li kuçeyan jî welatî min nas bikin û yên nas dikin derdikevin pêşiya min. Lê vî kesî derbarê 182 kesan de îfade daye. Di nav van de biraziyê min rojnamevan jî hebû. Ew li dadgeha Semsûrê hat darizandin û hat beraetkirin. Pir zelal û eşkere Ozgur Baran derewan dike û ev bi biryarên dadgehê jî li holê ne. Ev jî qenata vê yekê pir eşkere nîşan dide.”    ‘JI EMNIYETÊ HETA DADGEHÊ DEREWAN DIKIN’    Topaloglû anî ziman ku derewên Ozgur Baran ku gotiye, “porê wî spî ye” de jî eşkere dibe û got: “Lê belê porê min spî ye. Ev jî her tiştî eşkere derdixe holê. Ji bo vê yekê jî ne hewceyî rapora pisporiyê ye. Ev îdianame li ser van derewan hat amadekirin. Îtîrafkar Baran nehatiye danişînekê jî. Lê tevî vê yekê jî dozger li ser derewên Ozgur Barna mutala xwe peşkeş kir. Dozger mutalayek bi sosretan tije peşkeş kir. Dozger hem delîlan ji holê rakir û hem jî derewan kir. Îtîrafkar bo min gotiye di 2014’an de derketiye derveyî welat. Lê ez di wê tarîxê de derneketime derveyî welat û min vê derewê jî eşkere kir. Dozger jî hema derewên îtîrafkar erê kiriye. Pir eşkere ji emniyetê bigire heta dadger ev komployek eşkere ye.”   MEŞA LI PEY HEQÎQETÊ   Topaloglû destnîşan kir ku wê çapemeniya azad bi van zextan dê neyê bêdengkirn û vî cezayê li wî hatiye birîn ji bo li pey heqîqetê bibeze ne asteng e û ji bo ew heqîqetê derxin holê jî deynê stûyê wan e.    ‘JI BER KURDBÛNA ME CEZA BIRÎN’    Rojnamevan Sadiye Eser jî anî ziman ku Ozgur Baran di îfadeya xwe de derbarê wê de gotiye ku “porê wê zer e” û di wê heyama behsa wê tê kirin de porê wê ne zer bûye û viya bi wêneyên hatine girtin jî li dadgehê hatiye piştrastkirin. Eser da zanîn ku derketina wê ya derveyî welat wek sûcê “endamtiya rêxistinê” hatiye hesibandin û ev yek jî wek mutala dozger hatiye amadekirin. Eser anî ziman ku dozger û dadger guh li îfadeyên wê û Topaloglû dane jî girtin û got: “Îdianame, doz, dosye gişt hem ji bo min hem ji bo hevkarê min dozek pûç e. Ez wisa difikirim ku dixwazin peşkê li xebatên me rojnamevaniyê bidin. Lê wê nikaribin peşkê li xebata wan rojnameveniyê bixin û bitepisînin. Her wiha ji ber nasnameya ya kurdbûnê vî cezayî li me birîn. Heke em ne li medyaya kurdî nexebitiyan dê doz li me nehata vekirin. Lê belê ez ê tevî hemû birîna ceza û zextên tên kirin jî pîşeya xwe bidomînin.”    MA / Mehmet Aslan