Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye 2022-09-10 13:17:07  NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan ên Amed, Êlih û Îzmîrê di vê hefteyê de jî aqûbeta windakiriyan pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de li Amedê Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsiyan ku 27 sal berê li Êlihê hatibû binçavkirin û 27 sal in tu agahî jê nayên girtin.    Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin”, di hefteya 709’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Şeyhmûs Eroglû hat pirsîn ku di 21’ê îlona sala 1995’an di nîvşevekê de ji hêla cerdevan û leşkeran ve hatibû binçavkirin û ev 27 sal in tu agahî jê nayên girtin.    Çîroka Eroglû ji hêla Endamê Komîsyona Xizmên Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Akdenîz, serpêhatiya Eroglû wiha vegot: “Şeyhmûs Eroglû di sala 1930’an de li Mîdyad a Mêrdînê ji dayik bû. Zewicî bû û 7 zarokên wî hebûn. Dema li gundê xwe dijiya, leşker û cerdevanan gelek tehde û zordarî lê kir da ku bibe cerdevan. Gelek caran ew û birayê xwe ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin. Ji ber zextên heyî, malbata Eroglû neçar ma ku ji gund bar bikin. Çendek salan li Êlihê jiyan.    ‘DÊ LÊGERÎNA ME BIDOME’   Leşker û cerdevanan di nîvşeva 21’ê îlona sala 1995’an de bi ser mala Eroglû de girtin, binçav kirin û anîn Mêrdînê. Malbata Eroglû ji bo aqûbeta kurê xwe bizane, gelek caran serlêdan kir. Lê belê tu carî encamek ji van serlêdanên wan derneketin. Berpirsyaran ne serdegirtina malê û ne jî binçavkirina Eroglû qebûl kirin. Lê belê kesekê ku bi Eroglû re hatibû binçavkirin got; ‘Eroglû di bin çavan de ye. Gelek îşkence lê hatin kirin û piştre hate berdan.’ Dîsa şahidekê din got; ‘Li Mêrdînê hatiye berdan. Di wesayîta tîmên taybet de bû.’ Ji roja binçavkirina Eroglû heta niha tu agahî jê nayên girtin. Lê belê bi ser re çend sal derbas dibin bila bibin em ê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin.”    Beşdaran piştî xwendina çîroka Eroglû, çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakî bi dawî bû.    ÊLIH    Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê di hefteya 545’an de çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cehdeya Gulistanê li dar xist. Rêxistinên bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştgirî dan çalakiyê. Di daxuyaniyê de Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Yunus Bagiş axivî û got ku bi ser qêrîn 3u hawara dayikan re bi dehan sal derbas bûn û wiha domand: “Çend mixabin ku tevî ewqas demê û guherîna desthilatdariyê jî tiştek neguherî. Ji ber ku zîhniyeta dewlet û rêveberiyê naguhere, tiştek naguhere.”    Di çalakiya vê hefteyê de Xizmên Windakiriyan kujerên Hatîce Atalay pirsîn ku dema baxçeyê mala xwe av dida ji hêla polîsên tîmên taybet ve hatibû qetilkirin.    ÎZMÎR   Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” ku du hefteyan carekê li dar dixe, li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konakê pêk anî. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in lê windakirî li ku ne?” hatibûn vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kenan Bîlgîn hat pirsîn ku di 12’ê îlona sala 1994’an de hatibû binçavkirin û windakirin.    Di çalakiyê de Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Caner Canli serpêhatiya Bîlgîn xwend û hewldanên malbata wî ya ji bo aqûbeta kurê xwe vegot.    Piştî xwendina serpêhatiya Bîlgîn, beşdaran çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan li dar xist û daxuyanî bi dawî bû.