Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê 2022-09-10 15:07:17   ENQERE – Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Eşref Sîncar ê 31 sal in girtî ye û xwest tavilê bê berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 418’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Parêzvanên mafê mirovan tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê Umît Can Akbûlût daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Eşref Sîncar ê 31 sal in girtî û niha li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin û got divê tedawiya Sîncar bê kirin.    TEDAWIYA SÎNCAR TÊ ASTENGKIRIN   Akbûlût anî ziman ku Sîncar di nameya şandiye de bal kişandiye ser nexweşiyên xwe û got: “Wî berê 3 cezayên hucreyê girtiye û ji ber vî cezayî berdana wî hatiye astengkirin. Her ku diçe rewşa tenduristiya wî nebaş dibe û nexweşînên wî giran dibin. Ji ber nexweşînên wî tedawiya wî tê redkirin. Her diktorek formulek tedawiyê datîne pêşiya Sîncar. Ev jî dibe sedema ku tedawiya wî birêkûpêk nayê kirin û tedawî bi kêrî tiştekî nayê. Bi salan e dermanan vedixwe lê ji ber tedawî tê astengkirin, rewşa wî xedartir dibe. Ji bo ku tedawiya Eşref Sîncar li nexweşxaneyên baş bê kirin divê infaza wî bê taloqkirin û tavilê were berdan.”