‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’ 2022-09-11 09:01:16   AMED - Serokê Komeleya Hewldana 78'an a Amedê Huseyîn Bariş ku yek ji şahidên Darbeya 12'ê Îonê ye, diyar kir ku armanca 12'e Îlonê tasfiyekirina Tevgera kurd bûye û wiha got: "Berxwedana li zindana Amedê armanca 12'ê Îlonê berovajî kir."   Di 12’e Îlona 1980’an de bi serkêşiya Serfermandarê Artêşa Tirk Kenan Evren li Tirkiyeyê darbeya leşkerî pêk hat. Li gorî hêjmarên fermî, di pêvajoya darbeyê de 650 hezar kes hatin binçavkirin û ji van 230 hezar kes li dadgehên leşkerî hatin darizandin. Li girtîgehan jî bi îşkenceyê nêzî 300 kes hatin kuştin û 48 kes jî hatin darvekirin. Piştî darbeyê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rêvebiriya awarte hat îlankirin û derketina dervayî welêt hat qedexekirin. Partiyên siyasî û sendîka hatin girtin. Darbe tevgerên çepgirên ên wê demê tasfiyê kir û derbeke giran li qada demokratik xist. Li bakurê Kurdistanê jî bi armanca tasfiyekirinê li dijî Tevgera Apocî êrişeke dijwar hat destpêkirin. Armanca tasfiyekirina Tevgera Apocî bi çalakiya rojiya mirinê ku Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek dabûn destpêkrin berovajî bû. Piştî vê çalakiyê Tevgera Apocî bi awayekî xurt xwe bi rêxistin kir û bi navê Tevgera Azadî ne tenê li bakurê Kurdistanê li metropolên Tirkiyeyê jî belav bû.    10 SALAN ÎŞKENCE LÊ TÊ KIRIN   Serokê Komeleya Hewldana 78'an a Amedê Huseyîn Bariş ku yek ji şahidên Darbeya 12'ê Îonê ye, di 16’ê gulanê 1981’an de li Merdînê tê binçavkirin û piştî 2 mehan tê girtin. Bariş 10 salan di Zindana Hejmara 5’an a Amedê de girtî dimînê. Bariş, derbarê arbeya 12’e Îlonê û pêkanînên wê de ji ajansa me re axivî û nirxandinan kir. Bariş, da zanîn ku 10 salan di Zindana Hejmara 5’an a Amedê de girtî maye û wiha qala wan rojan kir: "Sedema girtina min ne diyar bû. Bi îftirayê ez girtim. 45 sal ceza li min birîn. Her tim ez li mahkemeyan digerandim. Min bi çend hevalên min re sirgûnî Girtîgeha Amasyayê kirin. Li Amasyayê mehek di bin işkence de mam. Li wir em jî tev li greva birçîbûne ya mirinê bûn. Lê di di 22'ê mijdara 1990'î de di roja 33’emîn a di gireva birçîbûnê de ez û 4 hevalên xwe em hatin berdan."   ‘DARBE BI DESTÊ AMERÎKAYÊ PÊK HAT’   Bariş, bi lêv kir ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve  dewlet bi darbeyan xwe bi rê ve dibe û ev tişt anîn ziman: "Dema rêveberan nikaribûne dewletê bi rê ve bibin mekanizmaya darbeyê derketiye pêş. Darbeya 12’e Îlonê bi destê Amerika pêk hat. Amerîka her tim şekil daye Tirkiyeyê. Ji ber vê polîtikayên Tirkiyeyê jî giredayî Amerikayê ne.  Darbeyê bandorêk mezin li civakê kir. Berî darbeyê rexistin, sendîka û tevgerên civanan hebûn. Ji ber vê jî di nav civakê de jî hêşyariyek hatibû çêkirin. Bi bandora wê hişyariyê hem karkeran hem jî xwendakaran xwe bi rêxistin kirin. Ev jî nedihat hesabê dewletên emperyalist, taybetî jî Amerîkayê. Ji ber vê jî darbeya lêşkerî dan destpêkirin. Berî darbeyê hem di milê aborî de hem jî li dijîi zextên li ser civakê nerazîbûnek hebû."   ‘ZINDANA AMEDÊ NAVENDA ÎŞKENCEYÊ BÛ’   Bi domdarî Bariş, anî ziman ku piştî darbeyê li tevahî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dewletê navendên îşkenceyê çêkiriye û wiha pê de çû: "Li bakurê  Kurdistanê Amed kiribûn navenda îşkenceyê. Ew ekiba îşkencekar a Esat Oktay li Qibrisê anîn Amedê û weke berpirsyar tayîn kirin. Weke silindirekî bi ser gelê kurd de derbas bûn. Hejmar 5'an a Zindana Amedê taybetî ji bo îşkenceyan çêkirin. Nezî hezaran sempatîzan û kadroyên PKK'ê di hûndirê wê zindanê de hatin girtin. Di nav 10 salan de 50 hezar însan jî di wê îşkencexaneyê de derbas bûn. Li gorî daneyên fermî, di zindana Amedê de 37 kes hatin kuştin lê li gorî civakê û kesen ku di zindanê de mane jî 56 kes hatine kuştin. Di zindana Amedê de 24 seatan îşenkence hebû. Seat di 01:00’e şevê yan jî berê sibehê dihatin. Yanî dengê qêrîniyê heta erş diçû. Wahşet û hovitiyek mezin li zindana Amedê hebû. Wê demê qala Vîetnam, Îran û gelek zindanan dikirin lê yek jî weke zindana Amedê nebû. Îşkence, destdirêjî, heqeret û hwd. Hemû hovitî li hemberî vê civakê kirin."   BERXWEDANA MEZIN   Bariş, destnîşan kir ku li dijîi zext û îşkenceyan berxwedanEk mezin li Zindana Amedê hatiye nişandan û ev tişt gotin: "Bi pêşengiya Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14’e Tîrmeha 1982’an de rojiya mirinê ya mezin pêk hat û piştî wê çalakiyê serhildanek mezin çêbû. Piştî wê çalakiyê Tevgera Kurd bi rêxistinêk xurt şerê lêşkerî da destpêkirin. Armanca wan ew bû ku Tevgera Kurd tasfiyê bikin lê bi wê berxwedanê rêya civakê vebû û heta îro li çar parçeyên Kurdistanê Tevgera Kurd tekoşîna xwe dimeşîne. 42 sal berê destek kes bûn lê niha ew destek kes bûne milyon û li çar parçeyên Kurdistanê û hemû dinayayê belav bûne. Ev berhema berxwedana Zindana Amedê ye."   PÊKANÎNÊN 12’E ÎLONÊ BI AKP-MHP'Ê BERDEWAM DIKIN’   Di dawîya axaftîna xwe de Bariş, destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP'ê pêkanînên 12’e Îlonê bi awayekî kurtir li ser civaka Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê dîmeşînin û wiha got: "Îro pergal tevahî bûye dewleta çete. Îro dewlet qanûnên xwe nas nake. Zarok û jin tên kuştin. Kesen ku 80 salî ne edî nikarin bimeşin û wan dikin zindanan. Girtiyên nexweş bernadin di zindanan de jiyana xwe ji dest didin. Tevî ku 30 salên wan qediyaye jî girtiyan bernadin. Pêkanînên 12’e Îlonê îro bi destê desthilata AKP-MHP'ê bi awayekî dijwartir û kûrtir berdewam dikin."   Mahmût Altûntaş / MA