Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve 2022-09-11 09:03:16   RIHA - Berxwedêrên dema 12'ê Îlonê diyar kirin ku darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê îro jî bi pêkanînên xwe dewam dike û gotin: "Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve."   Di ser darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’yan re 42 sal derbas bûn. Di dema vê darbeyê de ku enqazek mezin li dû xwe hişt, bi hezaran kes hatin binçavkirin, zêdetirî milyonek kes hatin reşkirin û bi sedan cinayetên kiryar nediyar çêbûn. Ji bajarên derbek giran ji darbeyê xwarin yek jê jî Riha bû. Li Rihayê ku tevgera azadiya kurd lê geş û gur bû, bi hezaran kes hatin binçavkirin û girtin.   Berdevkê Înîsiyatîfa 78'an a Rihayê Vahît Akgûn (59) ku di dema darbeyê de hatiye girtin û 2 salan di Girtîgeha Amedê ya Hejmar 5'an de maye û endamê înîsiyatîfê Ahmet Konûr (62) têkildarî armanca Girtîgeha Amedê ya Hejmar 5'an û 12'ê Îlonê vegotin.   Berdevkê Înîsiyatîfa 78'an a Rihayê Vahit Akgun ku di 12'ê Îlonê de dema xwendekarê lîseyê bûye di 17 saliya xwe de hatiye binçavkirin diyar kir ku armanca 12'ê Îlonê şikandina hêzên çep, muxalif û demokrasiyê û tasfiyekirina tevgera azadiyê ya kurdan bûye. Akgun destnîşan kir ku beriya 12'ê Îlonê li Cirnê Reş, Sêwreg, Hewang û Wêranşarê li dijî feodalan têkoşînek hebûye û got: “Tevgereke ciwanan a girseyî hebû. Dema ku 12’ê Îlonê hat, herî zêde binçavkirin û girtin li Rihayê pêk hatin. Li Rihayê zêdeyî hezar kes hatin binçavkirin. Li doza sereke ya Rihayê ya PKK hebû, lê ji bilî vê Sêwreg cuda, Cirnê Reş cuda bû, Hewang-Xelfetî, Wêranşar, Pirsûs û Bêrecûk komên cuda bûn. Di her komê de nêzî 200 kes hebûn."   ‘RIHA NAVENDA ÎŞKENCEYÊ BÛ'   Akgun diyar kir ku ew 40 rojan li Rihayê di binçavan de maye û got: “Dema 12’ê Îlonê hat, me ew bi mantiqa wê rojê baş fêm nekir û me pir paxav pê nekirin. Me nizanibû dê hovîtiyek wiha bê kirin. Ew qas binçavkirin hebûn ku mirov li tûgayê di hundirê hêwana sporê de dihatin girtin. Kom bi kom, 30-40 kes dibirin lîsyea pîşeyî ya keçikan ku wir kiribûn îşkencexane. Li wir lêpirsîn dihat kirin û paşê mirov dişandin Amedê û li şûna wan hin kesên din dianîn. Di 12’ê Îlonê de Riha navenda îşkenceyê bû. Îşkence bi mehan dewam dikir. Piştî Rihayê em 40 rojan li Amedê jî di bin çavan de man. Ji bo dewsa îşkenceyê jê biçe em didan sekinandin. Paşê ji aliyê dadgeha eskerî ve hatim girtin û min şandin Girtîgeha Amedê ya Hejmar 5'an."   ‘LI BER XWE DA'   Akgun bilêv kir ku îşkence li girtîgehê dewam kiriye û piştî wî şandine girtîgehê tevî 9 kesan 35 rojan di hucreyeke yekkesî de maye û got, tenê nanekî somin û çoçikeke xwarin didan 9 kesan û radestî li girtiyan dihat ferzkirin. Akgun bibîr xist ku di Adara 1981’ê de ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd Mazlûm Dogan li dijî teslîmiyetê berxwedanek daye destpêkirin û got: “Wê demê dadgehên doza sereke jî dest pê kirin û teslîmiyet li mirovan dihat ferzkirin. Li gel îşkence, tecrîd û îzolasyonê jî teslîmiyeteke ruhî tune bû. 12’ê Îlonê tam negihîşt armanca xwe. Tevgera kurd li ber xwe da û bi berxwedaneke xurt rabün ser pöyan."   ‘TESLİMIYET HAT SEROBINOKIRIN'   Akgun anî ziman ku Esat Oktay Yildiran ê ku li girtîgehê pêkanînên dijmirovahî û îşkenceyek giran li girtiyan kiriye ji wan re gotiye "Çawa gava ku Serîhildana Agiriyê hat şikandin li girê Çiyayê Agiriyê li ser gora ji betonê hatiye nivîsandin Kurdistana xeyalî li vir veşartiye, ez ê jî tevgera azadiyê ya kurd li nav betonên Girtîgeha Amedê veşêrim û careke din dê tu kes li ser navê kurdan serî raneke" û axaftina wiha dewam kir: “Bi taybetî bi berxwedana ku Mazlûm Dogan di Adara 1982’yan de gur kir û bi çaran û rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê gurtir bû, teslîmiyet hat serobinokirin û li derve ruhê berxwedanê afirî. Ev ruh û berxwedan bû sedema geşedanên nû.”    Akgun bilêv kir ku pêkanîn 12’ê Îlonê û hiqûqa wê niha jî didome û got: “Tenê berxwedan dikare teslîmiyetê têk bişikîne. Divê tu kes teslîmiyetê qebûl neke û ji bo serketinê divê li ber xwe bidin."   ‘NE JI TEVDÎRAN BÛNA DÊ ÎRO RO TÊKOŞÎN TUNE BÛYA'   Ahmet Konûr ê di 12'ê Îlonê de hatiye girtin û 2 salan di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an de maye jî diyar kir ku 12'ê Îlonê negihiştiye armanca xwe û bal kişand ser berxwedana tevgera azadiyê ya kurd. Konûr anî ziman ku ew beriya 12'ê Îlonê li Rihayê di nava tevgera ciwanan de bi awayekî aktîf xebitiye û got: “Ji ber ku li Kaniyaxezalan lîse tune bû ez li Rihayê çûm lîseyê. Wê demê ciwanên ku ji gundan dihatin Rihayê xwedî li têkoşînê derdiketin. Li navendê pergaleke faşîst hebû û li dijî vê jî têkoşîn hebû. Berxwedana ku li navendê dest pê kir piştre li navçeyan belav bû. Bi berxwedanên li Hîlwan û Sêwregê re hîmên tevgera azadiyê hatin çêkirin. Hatina 12'ê Îlonê diyar bû. Yên ku vê yekê fêm kiribûn hebûn. Bûyera li Çorumê nîşaneya vê yekê bû. Yên ku ev yek zelaltir didîtin hebûn û li gor wê amadekariyên xwe kirin. Kadroyên xwe parastin. Ger tevbîrên pêwîst nehatana girtin dê îro ro têkoşîn tune bûya."    ‘HER KES DIVÊ XWEDÎ LI VÊ TÊKOŞÎNÊ DERKEVE'   Konûr diyar kir ku beriya 12'ê Îlonê ji ber ku endamê Komeleya Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz bûye derbarê wî de biryara zevtkirinê hatibû dayîn û got, piştî hatiye binçavkirin îşkeceyeke giran lê hatiye kirin. Konûr anî ziman ku 2 mehan di binçavan de maye û paşê ew şandine Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an. Konûr anî ziman ku Esat Oktay bi taybetî ji bo tafisyekirina tevgera azadiyê ya kurd hatiye perwerdekirin û wiha dewam kir: “Me wê demê li hember faşîzmê pir deng dernexist. Lê Mazlûm Dogan, çaran û berxwedana 14’ê Tîrmehê tiştên dihatin kirinq ebûl nekirin. Em minêkarê berxwedana wan in. Em gelê kurd niha serbilind in, ger em niha karibin bibêjin kurd in, ew jî bi saya berxwedana wan e. Bila kes ji bîr neke. Her kes divê xwedî li vê têkoşîna mafdar derkeve. Bila her kes bi qasî zanebûna xwe vê têkoşînê berfireh bike. Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve. Ez bi vê bawer im, ez bang li her kesî dikim ku yeqîniya xwe jê bînin."   MA / Emrûllah Acar