Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin 2022-09-11 11:21:38   RIHA - Malbata Şenyaşar a di roja 552’yemîn de çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Hun ê di rondikên çavên me de bifetisin.”   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9’ê adarê de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 552’emîn de berdawam dike. Malbat ji ber edliye di dawiya hefteyê de girtî ye, çalakiya xwe di mala xwe ya li Pirsûsê de domand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Waliyê Rihayê Salîh Ayhan etîket kirin û ev peyam parve kir: “Çu hukmê axaftina bêyî kirin nîn e. Yên ku wijdana wan hene, rondikên dayikan hîs dikin. #Hunêdirondikênmedebifetisin.”