3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin 2022-09-11 11:58:39   ÎZMÎR - Veysî Şengîl ê li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin, ragihandin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê 3 girtiyên din jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyên nexweşên giran Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Hejmara 2’yan a Kiriklarê tên ragirtin, li dijî binpêkirinên mafan di 28’ê tebaxê de dabûn destpêkirin didome. Veysî Şengîl ê di heman girtîgehê de tê ragirtin di nameya ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê şandiye de ragihand ku Behram Sagdikî, Mehmet Farûk Araz û girtiyê nexweş Îbrahîm Tîkan di 5’ê îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.    BINPÊKIRIN RÊZ KIRIN   Şengîl binpêkirinên mafan ên di nameye de wiha rêz kirin:    “* Tevî ku her hefte mafê spor û sohbetê yê 10 saetan heye jî 2 saet tên bikaranîn.     * Dema ku girtî û hikumxwarên ji heman dozê tên girtin divê di warê ewlekariyê de di heman korîdorê de bin -û beriya niha jî ev yek wisa bû- em bi komên cuda yên sûc re li korîdor û blokan dimînin. Ji ber vê pêkanîna kêfî ya rêveberiyê, em nikarin bi hevalên xwe re tev li xebatên civakî bibin û ev yek ji bo me dibe sedema pirsgirêkeke cidî ya ewlekariyê.   * Pêdiviyên me yên herî bingehîn ên însanî nayên tedarîkkirin. Nivîn û taximên rûnivînan ên kevin û nayên bikaranîn didin me. Peywîrdarên girtîgehê dibêjin ‘Hûn bigirin bigirin ne girin jî negirin’.    * Xwarin hem pir kêm tê dayîn hem jî kaloriya wê pir kêm e. Em têra xwe proteîn bi dest naxin. Bi vî rengî hemba bêje ji bo bi birçîbûnê re terbiye bikin xwarinê didin.    * Malzemeyên paqijiyê nadin.    * Di ketina girtîgehê de lêgerînên tazî yên derveyî rûmeta mirovahiyê tên ferzkirin.    * Sewqên ku revîra girtîgehê ji nexweşxaneyên derve re dike an pir dereng an jî qet nayên kirin. Tu girîngiyê nadin tenduristiya me.”   ‘BERXWEDAN WÊ MEZIN BIBE’   Şengîl ê bang li hemû sazî û rêxistinên pêwendîdar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan ‘gavan biavêjin’, diyar kir ku binpêkirinên mafan û şertên tecrîdê girantir bûne û got: “Tevî hemû hewldanên me yên niyeta baş jî me nêzîkatiyeke baş nedît û hevalên me weke çareya dawî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dane destpêkirin. Ji îro pê ve 3 hevalên me yên din dest bi grevê kirin û bi giştî 6 hevalên me di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Me jî nedixwest heta vê astê were lê pêkanînên revêberiya girtîgehê yên qedexeker û tecrîdê em neçarî vê çalakiyê kirin. Weke çareya dawî me bi dirûşmeya ‘berxwedan jiyan e’ dest bi çalakiyê kir û em di wê baweriyê de ne ku em ê bi vîneke mezin û berxwedanê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.”