HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide 2022-09-11 14:25:34   ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku ew ê di 12’ê Îlonê de li gelek navendan bi dirûşmeya “pişaftina li ser zimanê kurdî rawestînin” daxuyaniyan bidin û got: “Li dijî pişaftina ku sed sal e li ser zimanê kurdî berdewam dike em ê bibêjin ‘Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin’.”   Partiya Demokratîk a Gelan wê têkildarî sala nû ya perwerdehiyê ku dê di 12’ê îlonê de dest pê bike wê li gelek navendan bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide. Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê û Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP’ê dê bi daxwaza “perwerdeya bi zimanê dayikê” li Stenbol, Amed, Wan, Gever, Cizîr, Mêrdîn, Riha, Êlih, Çewlig, Dêrsim, Îzmîr, Edene û Mêrsînê bi dirûşmeya “li dijî bişaftinê perwerdeya bi zimanê dayikê” daxuyaniyan bidin û çalakiyan li dar bixin.   Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP'ê û endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Omer Ocalan li ser pişaftina li ser zimanê kurdî tê meşandin, girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û çalakiya ku ew ê pêk bînin nirxandin kirin. Ocalan da zanîn ku li Tirkiyeyê sed sal in li ser zimanê kurdî polîtîkayeke bişaftinê tê meşandin.    ‘TIŞTA KU NETEWEKÊ DIKE NETEW ZIMAN E’   Ocalan, destnîşan kir ku tişta netewekê dike netew ziman e û got: “Di bingeha netewbûn û civakbûnê de ziman heye. Ji ber vê yekê bandora ziman a li ser pêşvebirina mirovan û manewiyata wî girîng e.”   TÊKOŞÎNA GELÊ KURD A SED SALAN   Ocalan, bi bîr xist ku ji bo ku kurdî ji holê ranebe berê li Kurdistanê koçberî li gelê kurd dihate ferzkirin, li gelek bajarên kurdan gelên cüdan hatin bi cih kirin û wiha berdewam kir: “Gelê kurd li dijî vê politikaya li ser wî tê ferzkirin bi sedan salan e têdikoşe. Zimanekî ku gelek diaxive, heta di fermiyetê de neyê qebûlkirin, di dibistanan de neyê xwendin wê bi ji bîr kirinê re rûbirû bimîne. Di saziyên fermî an jî dibistanên dewletê de kurdî bê qedexekirin û pêşveçûna wî were astengkirin wê demê bi pişaftinê re rûbirû dimîne.”     DIVÊ PERWERDEHIYA AKADEMÎK BÊ DAYÎN   Ocalan, diyar kir ku li Tirkiyeyê bişaftin li pêşdibistanan dest pê dike û bi lêv kir ku heta gelek malbat xwe bi xwe zarokê xwe asîmîle dikin û bişaftin heta nava malan hatiye. Ocalan da zanîn ku sedemê vê yekê neqebûlkirina zimanê kurdî ya weke fermî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ziman, nasname û navê kurd nayê qebûlkirin. Di demên hilbijartinan de behsa kurdan û zimanê kurdî dikin. Heta Wezîrê Karê Hundir bi muzîka kurdî re li Amedê govendê jî digerîne lê zimanê kurdî bi awayekî fermî nayê naskirin. Divê ev rastî bê zanîn. Zimanê kurdî tenê ji bo gerandina govendê an jî guhdarkirina muzîkê nîne. Divê bi awayê akademîk perwerdehî bê dayîn. Ji bo zimanê kurdî pêş bikeve divê bibe zimanê perwerdehiyê.”   BANGA TÊKOŞÎNA POLÎTÎK    Ocalan, bang kir ku lingê herî girîng ê têkoşîna kurdan li dijî bişaftina zimanê kurdî ye û wiha lê zêde kir: “Hinek derdikevin dibêjin ‘tu karê me bi siyasete nîne tenê dixwazin zimanê kurdî pêş ve biçe’. Tişteke wisa nîne. Ev hevok xwe xapandine. Daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê bi xwe daxwazeke polîtîk e, sekneke polîtîk e. Ji ber vê yekê divê têkoşîneke polîtîk bê meşandin. Têkoşîna ku HDP îro dimeşîne ev e. Em weke HDP gelek girîngiyê didin perwerdehiya bi zimanê dayikê. Ji bo bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn em ê têbikoşin. Em jî dê weke komîsyon vê xebatê bidomînin.”   'DIJMINATIYA LI DIJÎ ZIMANÊ KURDÎ BI RENGEKÎ SÎSTEMATÎK TÊ KIRIN'   Ocalan, da zanîn ku heta zimanê kurdî nebe zimanê perwerdehiyê, wê bi tunebûnê re rûbirû bimîne û wiha domand: “Bi tenê li malê, li kolanê, li dawetan, li cenazeyan bikaranîna kurdî têrê nake. Lazim e ev sazîbûyîn be. Heta ku nasnameya kurdan neyê qebûlkirin ziman jî nayê qebûlkirin. Gava qeyûm hatin tayînkirin, ewilî êrîşî zimanê kurdî kirin. Dijminatiya li zimanê kurdî carna bi rengekî vekirî û carna jî bi rengekî sîstematîk bi rengekî veşartî tê kirin. Niha kursên kurdî yên bijarte hene. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya li dijî kesên dibêjin, ‘Kurd nîne, zimanê wî nîne, zimanê wî zimanê şaristaniyê nîne’ ev maf bi dest xist. Li Tirkiyeya ku bi milyonan kurd lê dijîn, layiqî dersa bijarte tên dîtin. Ev ji bo dewletê cihê şermê ye. Ji bo me destkeftiyek be jî. Dibe ku sibê dewlet bi mewzuatekê rake. Kurdî bikare weke dersên bijarte were hilbijartin jî vê carê bi gotinên weke ‘mamoste nîne, kesên hildibijêrin kêm in an jî nikare derseke din hilbijêr e’ bi astengiyan re rûbirû dimîne. Gelek lîstik tên lîstin û ji bo ku dersên bijarte neyên hilbijartin teşwîq nayên kirin. Divê her netew, her gel bi zimanê xwe yê dayikê bikaribe biaxive û perwerde bibe.”   ‘EM BI KURDÎ BIAXIVIN Û BINIVÎSÎN’   Ocalan, xwest ku kurd xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û got: “Bişaftin bidome jî divê em li her qada jiyanê bi zarokên xwe re kurdî biaxivin û binivîsin. Li axa Kurdistanê hişmendiyeke mêtîngeriyê ya çawa were rêvebirin li ser zimanê kurdî jî polîtîkayeke wisa tê birêvebirin. Erdogan, dema diçe Almanyayê dibêje bi hezaran tirk li wir dijîn divê bi zimanê tirkî perwerdiya ziman bê dayîn lê li Tirkiyeyê bi milyonan zarokên kurdan tên pişaftin. Ev ji bo kurdan mînakeke girîng e. Bila kurd li ser vê baş bifikirin, Erdogan bi xwe jî dibêje ‘heta ku zimanê dayikê nebe netewek nikare li ser pêyan bisekine’. Ev ne di demokrasiyê de ne di nirxên mirovahiyê de ne jî di ola îslamê de nayê qebûlkirin.”   GEL VEXWEND ÇALAKIYAN   Ocalan, gelê kurd vexwend çalakiyên di 12’ê Îlonê de bi daxwaza “perwerdehiya bi zimanê dayikê” li gelek navendan bên lidarxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî pişaftina ku sed sal e li ser zimanê kurdî berdewam dike em ê di 12’ê îlonê de bi gotina ‘Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin’ em ê bêjin ‘Pişaftin a li ser zimanê kurdî rawestînin’. Em hemû gelê xwe vedixwînin daxuyaniya xwe. Em ji bo pêşvebirina ziman û çanda kurdî xebatên xwe bidomînin.”   MA / Berîvan Altan