Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin 2022-09-11 17:38:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Înisiyatîfa Zimanê Kurdî ji ber di destpêka sala nû ya perwerdehiyê de balê bikişîne ser astengkirina mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê li ser Twîtterê bi taga #EmPerwerdehiyaBiKurdîDixwazin îşev kampanyayekê dide destpêkirin.    Sala nû ya perwedehiyê wê di 12’ê îlonê de li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dest pê bike. Înisiyatîfa Zimanê Kurdî ya ji gelek sazî û dezgehan pêk tê ji bo ku di sala nûya perwerdehiyê de balê bikişîne ser astengkirina mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê li ser Twîtterê îşev saet 20.00’an bi taga #EmPerwerdehiyaBiKurdîDixwazin kampanyayeke biwêne dide destpêkirin.   Însiyatîfa Zimanê Kurdî bang kir ku hemû sazî, rêxistin, derdor û gelê kurd ji bo xwedîlêderketina zimanê xwe, tev li vê çalakiyê bibin û têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê bilind bikin. Herwiha Înisiyatîfê diyar kir ku ji bo çalakiya wan encamgir be divê her kes di heman saetê de (20.00), tagê û wêneyên ku dê bên parvekirin li ser hesabên xwe yên Facebook, Instagram, Whatshap û Twîtterên xwe parve bikin.