Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû 2022-09-11 22:40:47     KASTAMONU - Li navçeya Cîde ya Kastamonuyê li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî hat kirin. Di encama êrişê de karkerek hat qetilkirin û yek jî birîndar bû.   Li navçeya Cîde ya Kastamonuyê dema karkerên kurd ên Êlihî yên bi navên Abdurrahman Bîrgun (47) û Hamît Oran (33) kar û barê boyaxkirina avahiyeke 3 qatî dikir, rastî êrişa çekdarî ya xwediyê malê Serhat O. hatin.   Dema karkerên kurd ji bo destpêkirina kar li jêrzemîna avahî cil û bergên xwe diguherandin, rastî êrişa çekdarî ya xwediyê malê Serhat O. hatin. Di encama êrişê de her du karker jî bi giranî birîndar bûn.   Li ser îxbarê, ber bi cihê bûyerê ve ambulans hatin veguhestin û karkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cîdeyê. Ji karkeran Abdurrahman Bîrgun jiyana xwe ji dest da û rewşa Hamît Oran jî giran e.   Piştî qewimîna bûyerê, êrişkar Serhat O. ji hêla cendirmeyan ve hate binçavkirin. Bi dawîbûna kar û barên li qereqolê, êrişkar Serhat O. sewqî edliyeyê hate kirin.