Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an 2022-09-11 23:53:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku di şer û pevçûnên li herêma Zapê de hejmara leşkerên hatine kuştin derketiye 4’an.   Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama şer û pevçûnên li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federal a Kurdistanê de çawişên pispor ên peyadar Harun Yildirim û Savaş Borlu jiyana xwe ji dest dane û 4 leşker jî birîndar bûne.   Wezaretê piştre daxuyaniyeke din da û da zanîn ku Berbazê Peyadar ê Biqidem Çawişê Pispor Gokhan Agil û Çawişê Pispor ê Peyadar Fatîh Kalkan jî hatine kuştin. Bi vê yekê re hejmara leşkerên di pevçûnan de hatine kuştin derket 4’an.