DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne 2022-09-12 09:02:20   AMED - Li mezraya Nasirka ya gundê Aqika ya navçeya Pasûrê bi salaye av nîne. Li gel ku av ji mezrayê re nayê dayîn jî DÎSKÎ bi sala ye pereyê avê li niştecihan dibire.    Li piraniya deverên bakurê Kurdistanê pirsgirêka avê heye. Li gel ku li mezra, gund, bajarok, bajar û navçeyan pirsgirêka avê heye jî, ev pirsgirêk bi tu awayî nayê çareserkirin. Ev yek dike ku şêniyên Bakur zehmetiyên mezin bibînin. Yek ji van mezrayan jî mezraya Nasirka ya gundê Aqika yê Pasûra Amedê ye. Li mezraya navborî 40 mal hene û ev bû 4 sal ku bêav in. Şêniyên mezrayê bi motoran diçin gundên nêz û bi derfetên xwe ava xwe tînin. Lê bi ji ber bihabûna sotemeniyê, derfet rê nadin ku şênî pêdiviya xwe ya avê pêşwazî bikin. Li hêla din Rêveberiya Av û Binesaziyê ya Amedê (DÎSKÎ) li gel ku ev 4 sal in avê nade mezrayê jî heqê avê ji şêniyên wê distîne. Şêniyên mezraya Nasirkayê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn.    ‘EM FATUREYÊN AVA KU NAYÊ DAYÎN DIDIN’    Ji niştecihan Orhan Taş da zanîn ku Rêveberiya Bajar 15 sal berê depoya avê li mezraya wan çêkiribû û wiha got: “Lê 7 salan qet av nedan me. Heft sal piştre jî ava me ji Sîvrîcê anîn. Lê belê ew av xelas bû û ev 4 sal in em bê av in. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê me gelek caran serlêdan kirin lê encamek jê derneket. Ev bû 4 sal ku av nayê dayîn lê ji me re fatûreyên avê dişînin. Min fatûreya avê neda lewma deynê min dane îcrayê. Em ji devereke 10 km’an dûr avê bi tankeran tînin gund. Hem avê nadin û hem jî fatûreyan li me dibirin. Em 400 TL’an heqê wesayîtê didin. Yên ku derfetên wan neyî jî neçar dimînin ku sewalên xwe bifiroşin. Êdî em şerm dikin ji yekî re bibêjin bo me bi tankerê avê bîne. Çend kesan ji ber vê mişkîleyê ji mezrayê bar kir. Min jî hemû sewalên xwe firotin. Heke wiha bidome ez jî dê bar bikim. Ji ber tunebûna avê em nikarin çandiniyê bikin. Darên me çandin jî hişk bûn. Ji ber ava bi tankeran, zarokên me nexweş dibin.”    ‘BERÊ ŞEWITANDIN Û NIHA JÎ BÊAV DIHÊLIN’   Di berdewama axaftina xwe de Taş destnîşan kir ku bêavhiştina gundan jî têkiliya xwe bi polîtikaya dewletê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên berê de gund di şewitandin û vala dikirin. Niha jî gel neçar dikin ku ji gundên xwe derkevin. Midûrê DÎSKÎ’yê yê Pasûrê heqaret li min kirin û got; ‘Hûn terorîstin lewma em avê nadin we.’ Çima ji me re dibêje terorîst? Berê gundên Kurdistanê dişewitandin û niha jî bi bêaviyê gel neçarî koçberiyê dikin.”    MIDÛRÊ DÎSKÎ’YÊ: EM AVA WE ÇÊNAKIN   Têkildarî mijarê yek şêniyên din ê mezrayê Nasir Taş jî axivî. Taş, da zanîn ku ev 4 sal in fatûrayên ava bi kar ne anîn didin û wiha pê de çû: “Em kirine abone lê ava me tune ye. Ev çar sal in av nayê dayîn lê fatûreyan dibirin. Em gelek caran ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çûn DÎSKÎ’yê. Lê midûrê wê got; ‘Em ava we çênakin.’ Ne motor û ne jî wesayîta me tune ye. Lewma wesayîtê kirê dikim û ji 10 km’an dûr avê tînim. Em neçar dimînin ku her roj sewalên xwe bibin devereke avî ya 5 km’an dûr. Em êdî li ber barkirinê ne. Ne em dikarin çandiniyê bikin û ne jî sewalkariyê. Darên me tevek hişk bûn.”   ‘BILA PIRSGIRÊKA ME ÇARESER BIKIN’   Ji şêniyan Gulistan Taş jî got ku ji ber nebûna avê nikare firaq, kinc û paqijiyê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber nebûna avê em nikarin bi makîneyê cilan bişon. Em firaqên xwe her du rojan carekê dişon. Ji ber nebûna avê me sewalên xwe firotin. Hefte ser re derbas dibin ku em nikarin serê zarokên xwe bişon. Em nikarin paqijiya malê jî bikin. Daxwaza me ew e ku rêyeke bibin vê pirsgirêka me ya avê.”