Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê 2022-09-12 09:02:34   ÊLIH - Midûrê dibistanê Omer Çakir ku ji xwendekarên kurd re heqareta “bêeslno” kiribû, piştî demekî kin dîsa li navenda Êlihê hate peywirdarkirin.    Midûrê Dibistana Amedehî ya Petrol Anadoluyê Omer Çakir, heqaretên weke “Bêesilno, xayînên welat” li xwendekarên kurd kiribû. Piştî ev gotinên wî hatin parvekirin, peywira wî ya midûrtiya Dibistana Amadehî ya Petrol Anadoluyê hate bidawîkirin û şandin Dibistana Amadehî ya Anadoluya Pîşeyî û Teknîkî ya Qubînê. Demekî kin piştre dîsa li dibistaneke din a li navenda bajêr weke  midûr hate peywirdarkirin. Midûrê navborî bi gotinên weke “Walî hevalê min e” gef li malbatên xwendekaran jî xwaribû. Hat zanîn ku lêpirsîna derheqê Omer Çakir de hêj xelas nebûye û di sala nû ya perwerde û hînkirinê de weke midûrê Dibistana Navîn a Cengîz Topel a li navenda Êlihê hate peywirdarkirin.    EGÎTÎM SEN’Ê BERTEK NÎŞAN DA   Serokê Şaxa Komeleya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Êlihê Nûrettîn Şîmşek bertek nîşanî tayînkirina mamosteyê nîjadperest da. Şîmşek, anî ziman ku raporên derheqê şexsê navborî de ne tenê girêdayî vê bûyerê ne û wiha got: “Daşirên dibistanê bi zanebûn venake, zextê li xwendekaran dike, li gorî wext û pîvanên xebatê tevnagere û hal û hereketên ne hêjayî meqama karmendiyê dike. Li gel ku ev rewşa wî tê zanîn û hatiye îspatkirin jî tu ceza lê nehatine birîn.”    Bi domdarî Şîmşek da zanîn ku Omer Çakir bi gotinên weke “Walî hevalê min e” gef li malbatên xwendekaran xwariye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tayînkirina wî re ev gotina wî jî hat piştrastkirin. Nayê qebûlkirin ku midûrê nîjadperestiyê dike dîsa li dibistaneke navendê were peywirdarkirin.”    ÇI BÛBÛ?   Midûrê Dibistana Amedehî ya Petrol Anadoluyê Omer Çakir ku endamê Ocaxên Ulku yê MHP’ê û Cîgirê Serokê Şaxa Turk Egîtîm Sen a Êlihê ye, salek berê ji xwendekarên ku Sirûda Îstîklalê nexwendîn re heqaretên weke “Bêesilno, xayînên welat” kiribûn. Piştre jî Çakir ji xwendekaran re got “Xayînên welat” û xwendekar bi saetan li derve ber hewayê sar hiştibû. Di heman demê de Çakir bi navê walî gef li malbatên xwendekaran ên li dijî wî derketin jî xwaribû. Piştî ku rewşa heyî bi raya giştî re hate parvekirin, Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî ya Bajêr ji bo lêkolînkirina bûyerê daxwaza mufettîş kiribû. Xwendekar, malbatên xwendekaran û cîgirên Midûriyeta Dibistana Amadehî ya Petrol Anadoluyê A.I. û M.S. jî îfade dan mufettîş û ev îdia piştrast kirin.    Dema lêpirsîna derheqê bûyerê de didomiya, endamên Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm Bîr Sen) û Midûrê Şaxa Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Êlihê Abdussamet Oral hatibûn dibistanê û gef li cîgirên midûr xwaribûn. Oral ku xwe weke “komîserê siyasî” yê hikûmetê pênase kir, ev gef xwarin: “Ez bi sîfetekê fermî nehatime vê derê. Ez bi awayekî nefermî li vê derê me. Berpirsyarê Perwerdeya Neteweyî yê Bajêr ez im. Tenê ez dikarim biryarê bidim bê ka dê çi çawa bibe. Ez ê pirsan bikim û neşterê lê bixim. Hûn kî ne ku daxwaznameyê didin. Beriya ku hûn daxwaznameyê bidin, ji ewil dê bên cem min. Dê agahî bidin min. Jixwe we derheqê hevalê min de xeletî kir. Tu di lîsteya min a reş de yî. Dê kesek nekare te ji nava lepên min xelas bike.”    Cîgirên Dibistana Amadehî ya Petrol Anadoluyê A.I. û M.S. ku gefa “Bêesilno, xayînên welat” piştrast kirin, sirgûnî Heskîf û Hezoyê hatibûn kirin.    Li hêla din Çakir jî ji ber lêpirsîna didomiya, weke midûr tayînî navçeya Qubînê hatibû kirin.