Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan 2022-09-12 09:54:25   MÊRDÎN - Zaroka 16 salî ku li Mêrdînê di atolyeyekê de rastî destdirêjiya hosteyê atolyeyê Veysî D. hat, şandin saziya parastinê ya zarokan.    Li Mêrdînê di atolyeyeke tekstîlê de zarokeke keç a 16 salî ji hêla hostayê atolyeyê Veysî D. (40) ve hate tecawizkirin. Hat zanîn ku bûyer 3 meh berê qewimiye û piştî zarokê bûyer bi malbata xwe re parve kir, malbatê xwest giliyê Veysî D. bike. Lê belê xizmên her du malbatan ketin navberê û malbat ji giliyê xwe lêve bû. Hat zanîn ku ji bo malbat dengê xwe neke 50 hezar TL hatine dayîn û piştî bûyerê jî tundiya li dijî zarokê dest pê kir. Zaroka bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê dihat, duh di saetên nîvro de ji malê reviya û li navçeyeke din xwe spart malbateke din.    Piştî ku zaroka keç tiştên bi serê xwe hatine bi jinên malê re parve kir, rewşa wê bi Platforma Jinan a Şahmaran û Tevgera Jinên Azad (TJA) re hate parvekirin. Li ser vê yekê jinan agahî dan Baroya Mêrdînê û parêzerên Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê ketin dewrê. Parêzeran zarok bir Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û tiştên bi serê wê hatine parve kirin. Zaroka ku bi awayekî sîstematîk rastî îşkenceya malbata xwe hatî, giliyê malbatê kir. Lê belê zarokê giliyê kesê bi darê zorê tecawiz li wê kiribû, nekir.    Piştî kar û barên îfadeyê, zarok radestî saziya parastina zarokan hate kirin.